Qedexekirina zozanan sewalvanî qedand 2017-12-30 09:06:06 COLEMÊRG - Serokê Odeya Çandiniyê ya Colemêrgê Nayif Onal, anî ziman ku ji ber qedexekirina zozan û mêrgan êdî li bajêr sewalvanî li ber qedandinê ye û wiha got: "Demekê li Colemêrgê zêdeyî 5 hezar sewalvan hebûn, lê niha 500 sewalvan hene."   Li Colemêrga ku berê pez îxracî gelek welatên cîran dikirin, niha ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê hema bêje êdî pezên tên xwedîkirin têra bajêr nakin. Serokê Odeya Çandiniyê ya Colemêrgê Nayif Onal destnîşan kir ku yekane sedema vê yekê qedexe ne.    HEJMARA SEWALVANAN KÊM BÛ    Onal diyar kir ku berê li bajêr zêdeyî 5 hezar sewalvan hebûn, lê belê ji ber polîtîkayên qedexeker ên dewletê niha ev hejmar daketiya hezar û 500 î. Onal ev tişt gotin: “Beriya salên 1990’î li bajêr 3 milyon pez hebûn. Her sewalvanek herî kêm 100-150 pezên wî hebûn. Lê belê piştî bûyeran hema bêje li bajêr sewalvanî li ber qedandinê ye.”   ‘SEWALVANÊ NIKARIBE BIÇE ZOZANAN DÊ ÇAWA SEWALVANIYÊ BIKE?’    Onal, diyar kir ku divê herêm û welat di ware sewalvaniyê de bi pêş bikeve. Onal got ku civakeke ku edata wê ya zozanan biqede, dê nikaribe sewalvaniyê bike. Onal ev tişt gotin: “Dema li herêmê qedexe hebin, mirov nikarin biçin zozanan. Dema wisa be jî ew edeta zozanan ji holê radibe. Ji ber qedexekirina çûyîna zozanan li Colemêrgê hema bêje sewalvanî qediya.” Onal bi lêv kir ku ji ber polîtîkaya îthalkirina goştê erzan jî êdî sewalvan nikarin tu karî bikin  û wiha got: “Sewalvanê ku nikaribe biçe zozanan dê çawa sewalvaniyê bike?”     Onal, got ku bi pêvajoya aştiyê ya di 2013’an de hat destpêkirin re rewşa sewalvaniyê baş bibû, lê belê piştî ev pêvajo bi dawî bû û qedexe destpêkirin heywan kêm bûn. Onal destnîşan kir ku di dema pêvajoya çareseriyê de mirov bir rihetî diçûn zozanan û sewalkarî dikirin.    Onal got ku heke dewlet dev ji van qedexeyan berde û rê li ber sewalvanan vebike, wê di nav du sê salan de Colemêrg karibe pêdiviya goşt a welat bi tevahî bi cih bîne.    MA / Hamza Gunduz