TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin 2017-12-31 14:31:34   STENBOL - Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê Turk-Îşê Ergun Atalay a "Em nikarin li hemberî diyarkirina heqê kêm a Hezar û 603 TL" tiştekî bikin" da û wiha got: "Divê ji bo maf bên parastin berî her tiştî OHAL bê rakirin û sendîka û konfederasyon ji bo rakirina OHAL'ê têbikoşin. Bi vî heqê kêm milyonan mahkûmî birçîbûnê kirin."    Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Veguhestinê (TUMTÎS) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiye (Turk-Îş) Kenan Ozturk, li dijî diyarkirina heqê kêm ya hezar û 603 TL û daxuyaniya Serokê Giştî yê Turk-Îşê  Ergun Atalay bertekên xwe anîn ziman. Ozturk, anî ziman ku ev yek nayêqebûlkirin û wiha got: “Bi vê bi milyonan karker mahkûmî birçîbûnê hatin kirin. Bi diyarkirina Heqê Hezar û 603 TL gel dîsa mahkûmî birçîbûn û xizaniyê hat kirin. Li gorî daneyên TÛÎK'ê lêçûna kesekî hezar û 893 TL ye. Ji bo debara çar kesan ev heq têra tu kesî nake."    Ozturk, helwesta hin sendîka û konfederasyonan jî rexne kir û ani ziman ku ev helwest nayê qebûl kirin . Ozturk, anî ziman ku ji ber li Tirkiye rewşa demokrasiyê tune karker ketine vî halî û wiha got: "Ji bo dîsa rewşa demokratîk pêş bikeve divê hemû konfederasyon û sendîka li dijî OHAL'ê bibin ye kû ji bo rakirina OHAL'ê têbikoşin. Derketina li dijî OHAL’ê têkoşîna ji bo demokrasiyê ye."