Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin 2020-07-18 09:19:23 ENQERE - Qanûna Tenduristî û Ewlekariya Kar a hejmara 6331’an a ku ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar xwedî rojek girînge cara 4’emîn tê taqolkirin. Pisporê qanûnê Ertûgrûl Bîlîr, diyar kir ku ger qanûn nehatiba taloqkirin,  dibe ku jiyana bi sedan mirovên karker xelas bikira.” Qanûna Tenduristî û Ewlekariya Kar a hejmara 6331’an a ji bo sererastkirina tenduristiya kar a li cihê kargehan, pêşxistina ewlekariya karkeran, şertên ewlekariyê, parastina xebatkaran, maf, berpirsiyartî û lixwegirtinê, carek din hat taloqkirin. Qanûna di salên derbasbûyî de jî, li ser hev 3 caran hat taloqkirin, AKP’ê berî 3 rojan anî Meclîsê bi hincetên cuda 3 salên din hat taloqkirin.   Divaya bû ev qanûn di Tîrmeha 2014’an de biketa meriyetê. Lê AKP’ê yekîn car ev qanûn taloqî 1’ê Tîrmeha 2016’an kir. Dûre jî taloqî 1’ê Tîrmeha 2017’an û pişt re jî taloqî 1’ê Tîrmeha 2020’an hat kirin.    CÎNAYETÊN KAR ZÊDE BÛN    Ji ber ku di kargehan de, pisporên ewlekariya kar nehatin bi cih kirin, her tim cînayetên kar zêde bûn. Li gorî rapora Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar a Meclîsê, di dema desthilatdariya AKP’ê de, ji sala 2003’yan heya Hezîrana 2000’an, bi giştî 24 hezar û 894 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Diviya xebitîna pisporên ewlekariya kar biketa meriyetê, lê dîsan neket meriyetê û her ku çû cînayetên kar zêdetir bûn.  Ji ber vê ji sala 2004’an ve bê rawestandin cînayetên kar dewam dikin.    Li gorî raporê, di sala 2003’an de 811, di 2004’an de 843, di 2005’an de hezar û 96, di 2006’an de hezar û 601, di 2007’an de hezar û 44, di 2008’an de 866, di 2009’an de hezar û 171, di 2010’an de hezar û 454, di 2011’an hezar û 710, di 2012’an de 878, di 2013’an de hezar 235, di 2014’an de hezar 886, di 2015’an de hezar û 730, di 2016’an de hezar 970, di 2017’an de 2 hezar û 6, di 2018’an de hezar û 923, di 2019’an de hezar û 736 û di 6 mehên dest pê kê yên 2020’an de jî herî kêm 934 cînayetên kar rû dan û karkeran jiyana xwe ji dest dan.   JIYANA MIROV DI XETERIYÊ DEYE   Pisporê tenduristiya karkeran û ewlekariya kar Ertûgrûl Bîlîr, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku desthilatdariyê heya niha cara 4’emîne ku vê qanûnê taloq dike. Bîlîr, da zanîn ku bi zanebûn vê qanûnê taloq dikin û wiha got: “Ger ev qanûn bê qebûl kirin, divê dewlet pere bide bijîşkên kar û pisporên ewlekariya kar. Ji bo vê perî nede, her tim pêşnûmeyê taloq dikin. Hemû kes jî vê rastiyê dizane.”   Bîlîr, da zanîn ku ger pisgorên ewlekariya kar û bijîşk di kargehan de neyin xebitandin, wê ev bibe sedema gelek qezayan û jiyana mirovan. Bîlîr, dest nîşan kir ku ger qanûn nehatiba taloqkirin,  dibe ku jiyana bi sedan mirovên karker xelas bikira û wiha bi dawî kir: “Wê tenduristiya bi hezaran mirov bihat parastin. Ji ber ku pisporên ewlekariya kar û bijîşkên ji bo tenduristiya karkeran di kargehan de nayin xebitandin, ev jî bandoreke neyînî li mirovan dike.”   MA / Selman Guzelyuz