Pêşeroja 400 hezar karkerên taşeron ên cemaweriyê nediyar e 2018-01-03 13:41:54 MÊRSÎN - Sekretera Jinan a Lijneya Navendî ya KESK'ê Gulistan Atasoy, diyar kir ku bi KHK'yan 400 hezar karkerên taşeron ji mafê xwe yê kadro bê par hatine hiştin û aqûbet û pêşeroja van karkeran ne diyar e.  KESK'ê têkildarî kampanya “Ne OHAL, Em demokrasiyê dişwazin" li Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anî. Civîn li salona SES'ê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Di civînê de Sekretera Jinan a Lijneya Navendî ya KESK'ê Gulistan Atasoy Akdemîr, Sekretera Giştî ya KESK'ê Selma Atabey û gelek nûneren saziyên civakî amade bûn.    Di civînê de Sekretera Jinan a Lijneya Navendî ya KESK'ê Gulistan Atasoy, diyar kir ku bi KHK'yan 400 hezar karkerên taşeron ji mafê xwe yê kadro bê par hatine hiştin û aqûbet û pêşeroja van karkeran ne diyar e. Atasoy diyar kir ku heta niha 5 caran OHAL hatiye dirêjkirin lê hêj piyê siyasî yê darbeyê nehatiye ronîkirin û wiha got: "Îktîdara siyasî OHAL ji bo xwe kiriye çeka paqijkirina astengiyên li pêş diktatoriya yek zilamî.    ‘400 HEZAR KADRO BÊ KAR HATIN HIŞTIN'   Gulîstan Atasoy, anî ziman ku li Tirkiye xizanî, birçîbûn û qedexe pir zêde bûye û wiha got: “Rejîma AKP'ê êdî ji bilî OHAL'ê nikare tiştî dikin bike. Dixwaze bi OHAL'ê hebûna xwe mayinde bike. Her tişî bi zext û zorê dixe meriyetê. Bi KHK'yên dawî pêşeroja 400 hezar karkerên kadro êdî ne diyar e. 400 hezar karker betal in. Rêgeaz wekheviyê hatiye îhlalkirin. Bi KHK yan karkerên taşeron hatin mexdûrkirin. Rêya qanûna bingehîn jî hatiye girtin.    TEKOŞÎNA KESK'Ê DÊ BIDOME   Atasoy, ani ziman ku AKP'ê di salên dawî de KESK kiriye hedef û wiha got: “KESK'ê 11 salin li dijî cemaetê têkoşiya. Ne tenê piştî 15'ê Tîrmehê, ji destpêkê de helwesta wê zelal e. Em dubare dibêjin, hemû karker û karmendên endamên sendîkaya me yên neheq ji kar hatin avêtin dîsa karên wan bidin wan. Dest ji van pêkanînên keyfî berdin. Em wekî KESK'ê heta mafê karker û kedkaran paşve bistînin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."