Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr 2020-08-11 13:08:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê û aborînas Ramazan Tunç, di nivîsa vê hefteyê de bi çîroka Zembilfiroş dîmenên aboriya Tirkiye û Kurdistanê li ber çavan radixe. Tunç, destnîşan dike ku di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire.   Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê û aborînas Ramazan Tunç, di quncikê vê hefteyê bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û kodên civakî yên aboriyê. Tunç, bi çîroka Zembilfiroş, wêneyê kodên civakî yên aboriyê destnîşan dike.  Tunç, diyar dike ku di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire.    Tunç, di nivîsê de tîne ziman kudi dîroka aboriyê de, nivîskar-wêjekarên bi nav û deng ên wek Mark Twain di jiyana xwe ya rojane de ji behskirina rewşa aboriyê û borsayê kêm nemane û wiha cih dide nivîsê: "Mînak, Twain dibêje, di meha cotmehê de di piyaseya senedên parê de kirariyan nekin. Ji ber ku wêjekar, nivîskar, helbestvan, feylesof di nav civakê de ne, jiyana wan jî parçeyekî ji jiyana civakê dide nîşandan. Di nivîsên wan de kodên civakî ku girêdayî debar û aboriya wan in, gelekî zede ne. Di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire. Bi ya min rewşa Zembîlfiroş û xatûna mîr di heman demê de wek berhemên bi nav û deng ên klasîk Madam Bovary a Gustave Flaubert, Portreya Dorian Gray a Oscar Wild, Anna Karanîna ya Lev Tolstoy ku di dema hatine nivîsandin de, hem ji ber rewşa wê demê nîşan didin hem jî di rengê wêrekiya jinê de meydanê ji exlaqê rûniştî yê civakê re dixwazin, xwediyê girîngiyeke zêde ne. Di warê dîroka çand û wêjeyê de ez naxwazim di ser gotinên wêjekar, helbestvan û nivîskarên hêja yên Wêjeya Kurdî ya Nûjen ên wek birêz Kawa Nemir, Selîm Temo û Şener Ozmen de gotinekê bibêjim lê ez pêwîst dibînim ku hinekî li ser kodên aborî yên di çîroka Zembîlfroş de derbas dibin, behsa piyeseya kurdan a hêza standinê ku îro di pergala navneteweyî de wek Parîteya Hêza Standinê (PPP-PHS) û Katjimêra Gini bikim ku di heman demê de li ser hêza standinê û dahata kesan disekine."    QÎMETA ZÊR LI GOR ÇI ZÊDE BÛYE?    Tunç, bal dikişîne ser çîroka Zembîlfiroş û wiha li nivîsê zêde dike: "Zembîlfiroş ji bo debara xwe, zembîlan çêdike û difiroşe. Di nav kolan û çarşiya Farqînê de bazareke ku zembîlên xwe bifiroşe nabîne û her kes berê wî dide taxa mîr ku sembola hêza standinê ye. Gelo ji bo çi berê wî didin taxa mala mîr? Dahat an jî bazarên taxan li gor çi dihatin diyarkirin? Bandora mîr li ser bazarê çi bû? Wek ku Keynes gotiye, ji bo hevsenga bazarê pêk bîne, mîr bi hêza xwe ya standinê mudaxaleyî kîjan piyaseyan dikir? An jî buhayê zembîl û yan jî tiştan, tiştên dihatin firotin bi çi awayî diyar dibûn ku Gulxatûn ji Zembîlfiroş re pêşniyaz dike ku Zembîlan “buha buha jê bistîne”? Ji bo çi Zembîlfiroş wek pêşniyazên Adam Smith ku dibêje bila mudaxaleya tu kesî li piyaseyê nebe, piyase bixwe hevsengiyê pêk tîne û dibêje “laissez faire laisser passer- (dev jê berdin) bila bikin bila derbas bibin”, dibêje “bazara min malê helal e”? A girîng jî ew e ku Gulxatûn ji bo rojekê bi Zembîlfiroş re derbas bike, xişrên xwe (zêr û zîv) ziha dike. Nirx û qîmeta zêr li gor çi ew qas zêde bûye? Hêza rêveberiyê bi çi awayî dahat belav kiriye ku hêza standina gel biparêze? Mirov dikare van pirsan zêde û berfireh bike."    Tunç, bal dikişîne ser cudahiya bajarên Tirkiye û Kurdistanê û wiha berdewam dike: "Em ji nav rûpelên dîrokê derkevin, werin van rojan û pirsa herî giran bikin. Gelo ji bo çi li hinek taxên Tirkiyeyê dahata serê kesê zêde ye û Katjimêra Gini bi hevsengî belav bûye? Mînak, herêmên Marmara û Egeyê û li hinek taxan jî dahata serê kesan pir kêm e, mînak herêmên bakurê Kurdistanê? Çi amûran ev hevsengî xera û ava kiriye?"    HÊZÊN DEWLETA ÇIMA MUDAXALEYÎ PIYASEYAN DIKIN'    Tunç, li ser sedema mudaxaleya dewletan a piyasê jî rawestiya û wiha lêzêde kir: "A niha jî ev nîqaşên der barê bazar û piyaseyan de gelek zêde ne. Hêzên dewletan ji bo çi mudaxeleyî piyaseyê dikin, a niha bi zordarî pêşiyê li zêdebûna nirxê malên wek zêr digirin? Di hevsengiya piyaseyan de bi awayekî hem dewlet hem jî piyase bi serê xwe nikarin hevsengê biparêzin. Dîtaneya îktisada modern ji bo van pirsan bibersivîne, gelek xebat û lêkolînan dike. Niha bersivdayîna van pirsan gelekî zehmet e û astengî hene. Ji bo piyaseyan li ser piyan bihêlin bi milyar dolaran pere bi destê dewletan xistin piyaseyê û nirxên gelek pereyan daket lê tiştek heye ku nirxê wî di her demê de xwe parastiye. Ew jî zêr e. Ji ber vî awayî a niha li hemû cîhanê nediyariyê hevsengiya piyaseyan xera kiriye û her roj piyaseya zêr radibe û pereyên heyî li hemberî zêr nirx wenda dikin. Nediyarî û qeyranên navneteweyî edelata dahatê xera dikin. Dewlemend zêdetir dewlemend dibin û feqîr zêdetir belengaz dibin ku di piyaseyan de Katjimêra Gini zêdetir bilind dibe. Ev ji sedî sed girêdayî polîtîkayên hikûmetan e lê dîsa jî hikûmetên serdema kadîbûnê (globalîzmê) ji tofana qeyranên ji herêmên din belavî piyaseyan dibin, xwe xelas nakin. Li hemû cîhanê nirxê zêr ji ber tevlihevî û nediyariyê zêde dibe lê li Tirkiyeyê jî bi du awayan nirxê zêr zêde dibe. Yek, di piyaseya zêr de li hemû cîhanê onsa zêr zêde dibe û ji ber ku nirxê ons giredayî nirxê dolarê amerîkî ye jî roj bi roj nirxê pereyê tirkan li hemberî pereyê amerîkî serberjêr diçe. Du, mudaxaleya dewletê jî, bi zêr û dolarê amerîkî çareseriyê nayîne. Ji ber ku li piyaseya Tirkiyeyê a niha hem dîtaneya têkçûyîna piyaseyê hem jî têkçûna dewletê heye buhayên mal û tiştan naselihe. Polîtikayên wezareta darayî û banqeya navendî têra pêdiviyên piyaseyan nakin û ji vê rewşê dûr in. Bi tenê pesnê xwe didin û dixwazin bi manîpulasyonan ser têkçûyîna dewletê û têkçûyîna piyaseyê binixêmin."    'PIYASA ZÊR BANDORÊ LI SER PIYASEYÊN DIN DIKE'    Tunç, herî dawî li ser bandora piyasa zêr a li ser piyasa din rawestiya û got: "Em werin rewşa Zembîlfiroş û Gulxatûnê; ji ber ku piyase carinan xera dibe û rîskên bingehîn zêde dibin, zêr û zîv wek bendergehên (lîman) herî biewle ne ku hêza standinê ji bo kesan diparêzin. Çiqas di sektora zembîlan de kar nemîne jî pêwîstî bi hêzekê heye ku hevsengiya piyaseyê pêk bîne. Hebûna xişir her tim hêza standinê diparêze. A niha jî ev rêbaz derbasdar e. Hêz û wêrekiya Gulxatûnê ji berhevkirana zêr e. Ji ber ku zêr bandorê li buhayê pereyên di piyaseyê de dike. Wek a niha ku li hemû cîhanê fonên mezin, banqeyên navendî, sermiyandarên mezin, hebûna xwe wek Gulxatûna Zembîlfiroş di zêr de berhev dikin. Stratejiya ji bo berhemkaran jî stratejiya Gulxatûnê ye ku bi hêza standinê digihîje armanca xwe. Wisa xuya ye ku dê piyaseya zêr hinekî din jî bandorê li piyaseyên din bike. Di piyaseyan de fonên mezin û hilberînerên mezin ji vê rabûna zêr zêdetir sûdê werdigirin. Di şiklê jêr de buhayê zêr ji salên 1970’yî heta niha ku çawa guheriye û di pênc salên dawî de rêyek çawa di meşe xuya dibe. Rabûna zêr didome lê PPP û Gini jî li wê gorê diguherin. Bazara Zembîlfiroş bazara malê helal e (hevsengî) lê mudaxaleya Gulxatûnê hevsengiya bazarê xera dike. Di piyaseya Tirkiyeyê de jî, êdî ev hevîr avê nagire lê dîsa jî sêva çê para hirçê ye."    Hin têgehên aborî:    Dîtaneya Têkçûna Piyaseyê (Market Failure): Di zimanê piyaseyê de ji bo rewşa ku qabiliyeta piyaseyê ya bi tena serê xwe hevsengiyê  pêk bîne tune be, tê gotin. Dînamîkên piyaseyê bi tenê nikaribin hevsengiyê rast bikin.   Dîtaneya Têkçûna Dewletê (State Failure): Di zimanê piyaseyê de ji bo rewşa ku qabiliyeta dewletê ya bi tena serê xwe nikaribe hevsengiyê pêk bîne, tê gotin. Bi amûrên destê dewletê bi tenê, hevsengî rast nebe.   Piyaseya Zêr: Piyaseya dan û standina zêr e. Navenda piyaseya zêr Borseya Londonê ya Zêr e. Di sala 1919’an de hatiye damezirandin. Ji sala 1850’yî şûn de bi destê malabatên/fonên mezin “N.M. Rothschild & Sons, Mocatta & Goldsmid, Pixley & Abell, Samuel Montagu & Co. and Sharps Wilkins” ev piyase tê birêvebirin.   Sêvên çê para hirçê: Ji bo kesên hêza wan zêde ye û destên wan digihêje her deverî tê bikaranîn. Di piyaseya hirçê de senedên parê dadikevin û fonên mezin (hirç) jî carinan di vê daketinê de karên mezin dikin. Zêr ji bo berhemkariya mal û amûrên berhemkariyê baş e lê dîsa jî ji bo kesên sermiyanê wan zêde ye, sêva baş para hirçê ye; berhemên baş para sermiyandaran in.