Li gundan piştevanî 2020-08-13 09:18:00 COLEMÊRG - Çanda palûteyî ku bi salan e li Colemêrgê tê kirin, hîn jî di dema giyadirûtinê û karên din de didome.  Li Colemêrg û derdora wê çanda palûteyî bi salan e didome. Nexasim jî di dema giyadirûtinê û karên din de hîn jî çanda palûteyî ya alîkariyê didome. Li gundê Orîte yê Colemêrgê gundî ji bo amadekariyên zivistanê ketine nava liv û tevgeran. Şêniyê gund Şukru Kaya, anî ziman ku li navenda bajêr dijî, lê belê her havîn tê gund giya dirirû û bi vî awayî debara xwe dike. Kaya got: "Em debara xwe bi berên li gund dikin. Ji ber ku li bajêr kar tuneye cardin berê wxe didin gund." Kaya anî ziman ku ji ber ku li gund malbatên qereblaix tunene alîkariya hev du dikin û got: "Bi vî awayî karê me zû diqede."    Omer Kaya jî li gund ji xwe re konek vedaye û dibêje: "Em her sal havînê tên gund û konên xwe vedidin. Ji ber ku rewşa me ya aborî enbaş e, em tên gund giya didirûn. Em di Tîrmehê de dest bi dirûtina giya dikin. Dû re m wan difiroşin."    DEV JI TEXSÎVANIYÊ BERDA GIYA DIDIRÛ    Şemşettîn Kaya anî ziman ku li navenda bajêr texsîvanî dikir, lê belê piştî pandemiyê karê wan nebûye û hatiye li gund bi cih bûye. Kaya diyar kir ku êdî dê zarokên xwe neşîne dibistanê û got: "Rewşa me perîşan bûye. Min bi salan e li gundan texsîvanî dikir û pê debara xwe dikir. Lê bi pandmeiyê re karê me nema. Ez jî hatim gund. Ne tenê li Colemêrgê, li tevahîya herêmê gel perîşan e. Li van dera fabrîke tunene, kar tuneye. Li bajarê me qadeke karî jî tuneye. Zengînên herêmê diçin li rojavayê welêt veberhênaniyê dikin. Ên wekî me xizan jî tên li gundan bi cih dibin."    OPERATOR BÛ NIHA TIRPANKÊŞIYÊ DIKE    Erkan Olmez jî anî ziman ku 8 salan li ser makîneya karî operatorî kiriye, lê belê piştî pandemiyê hatiye gund û got: "Ji ber ku li bajêr kar tunebû, ez hatim gund û bi heqê xwe dişixulim. Min 8 salan operatorî kir, niha jî giya berhev dikim. Rojê bi 150 TL'yî."    PIŞTÎ HAT ÎXRACKIRIN VEGERIYA GUNDÊ XWE    Sitki Kaya jî got: "Min ji peywira min îxrackirin. 5 sal derbas bûye hîn jî tiştek jê derneketiye. Min jî malbata xwe li Wanê hişt û ez hatim gund. Êdî li bajarn kar bi destê me nakeve. Ez jî hatim gund giya didorûm û pê debara xwe dikim. Gund xweş in, lê ne azad in. Heger gundê me rihet berdin, wê pir aram bibin."    Asiye Kaya jî got: "Em li gund pir dişixulin. Zilam şeveqê zû şiyar dibin û diçin giya didirûn. Em jî fêkiyan berhev dikin. Em fêkiyên xwe hinekî hişk dikin hinekî jî bi awayekî ter difiroşin."   Adîle Kaya jî got: "Em piştî pandemiyê hating gund. Piştî em hatin gund hevjînê min giya didirû. Li gund em muhatcî kesî nabin û debara xwe dikin."