Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin 2020-08-16 09:20:09 ENQERE - Esnafên ku bi karê dolar û perê biyanî kar dikin bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Xezîne û Maliyê Berat Albayrak û Serokê AKP'ê Erdogan dan û gotin: "Eger aboriya Tirkiye hildibe çima em esnaf dadibin. Çima em êdî nikarin kar bikin."    Buhoyê 1 dolarî ya li hemberî TL'yê Tirkiye her ku diçe zêde dibe. Hefteyek e Dolar 7 tl derbas kiriye. Niha 1 dolar 7.37 tl ye. 1 Euro jî 8.73 tl ye. Ji serê salê heta niha tl li dijî dolar ji sedî 22 qîmetê xwe winda kir. Ji ber her roj dowîz li hemberî tl kêm û zêde dibin esnaf jî gelek zor û zahmetiyan dijîn. Di Tîrmaha 2018’an de Dolar 4,54 TL, Euro 5,34 TL û zêrê çaryek 304 TL bûn. Di vê heftê de, dolar 7,30 TL, Euro 8,70 TL û zêrê çaryek 800 TL’yî derbas kirin. Perê me bû pelik. Êdî kes nikare çaryek zêr bikire. Di dema we de, welatî xizan bûn, bêkarî zêde bû û her tişt biha bû.    Li gel vê yekê hem Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan got "Rewşa Aboriya Tirkiye baş e. Tirkiye ber bi jor ve hildibe." Wezîrê Maliyê û Xezînê Berat Albayrak jî got ji gotibû "Ma hûn bi dolar meaş distînin? Ma deynê we yê dolar heye? Ma karê we bi dolaran heye?" û rexne kiribû.    Esnafên sûka elektorîkvanan a li kolana Konya ya Semta Ulusê ku ji sedî 90'ê berhemên wan ji derve tê û bi dolaran dikirin, bal kişandin ser bandora zêdebûna doviz a li dijî TL. Li sûka berhemên elektronîk ku nêzî 200 esnaf lê kar dikin, kirîn û firotin pir kêm e. Esnafên bu rojên zahmet derbas dikin pirsgirêkên xwe anîn ziman.    'DÊ HETA KU BIÇE?'   Esnafê ku 17 salin perçeyê bilgisayaran difiroşe Oktay Yildirim, anî ziman ku ji ber dolar buha dibin rojên pir dijwar derbas dikin û wiha got: “Dema di 10'ê Tîrmeha 2018'an de Wezîr Albayrak hat ser kar, dolar pir kêm bû. Lê ji ber polîtikayên Albayrak, dowîz pir zêde bû. Êdî esnaf nikare tedbîrên xwe bigire û plansaziya xwe bike. Ev dê heta ku biçe ne diyar e."    ESNAF DADIBE   Yildirim, bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a "Aboriya Tirkiye hildibe" jî da û wiha lê zêde kir: "Ez wekî welatî û esnafekî dibêjim. Teqez hilbûn tune ye. Ger ku hilbûna aboriyê heme, çima esnaf dadibin. Ger ku wisa bûya dê heqê herî kêm li şûna 2 hezar û 350 tl dê 5- 7 hezar tl bûya. Niha Tirkiye dikeve çirava deynên dowîzan."    ‘HEMÛ MALZEMEYAN BI DOLARAN DIKIRIM   Esnafê 40 salin perçeyên elektronik difiroşe Yusuf Dinçer jî anî ziman ku heta niha qeyranek wisa dijwar nedîtiye û wiha axivî: "Ez hemû malzemeyan bi dolaran dikirim. Deynê min ê beriya meha Remezanê min hêj nedaye. Ji ber dolar zêde bûn deynê min pir zêde bû. Min di nava 10 rojan de gelek zerar kir. Ji ber pereyê biyanî zêde dibe, buhayê perçeyan ji sedî 80 hatin guhertin. Ji ber vê yekê welatî nikare bistîne. Min 3 roj berê bi 50 TL atoptor firot. Lê niha neçar im bi 80 TL bifiroşim. 40 salin vî karî dikim. Ku wisa bidome ezê dikanê bigirim. Ez 60 salî me, ji niha û şûnde çi karî bikim nizanim."    DI MEHEKÊ DE JI SEDÎ 40 ZEM BÛ   Esnaf Kemal Kalelî jî bertek nîşanî daxuyaniyê rayedarên hikûmetê da û wiha got: “Malê ji mere tên ji sedî 90 ji derve bi dowîzan ji mere tê. Ji ber vê yekê kar sekinî ye. 25 salin peykên televîzyonan dikirim û difiroşim. Berê min qet rojên wisa dijwar derbas nekirin. Malzemeyê ku mehek berê min bi 100 TL dikirî, ez îro bi 140 TL dikirim. Ji ber buha ye êdî kes ji min nakiriye. Hemû malê li dikana min tev ji derve bi dolaran te. Tirkiye girêdayî malê derve ye. Hilberîna tu tiştî li Tirkiyeyê nayê kirin. Ji ber dowîz zêde dibe em nikarin kar bikin."    Esnaf Selim Gokkaya jî anî ziman ku fikarên wan pir zêde ne û wiha got: "Piştî şewbê me kar nekir. Em bi hevîbûn ku piştî meha Hezîranê şewb bi dawî bibe û kar dest pê bike. Lê em niha dibînin ku şewb dîsa zêde dibe. Dolar zêde dibe. Ji ber dowîz zêde dibe em nikarin malê di destê xwe de bi buhayê berê bifiroşin. Rayedar dibêjin 'Çi karê we bi dolaran heye' Lê îro her tişt bi dolar e."    MA / Eylem Akdag - Emrullah Acar