Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin 2020-08-17 15:50:23 STENBOL – Karkerên Cargillê ku ji ber endambûna xwe ya Sendîkaya Tek Gida-Îş’ê ji kar hatin avêtin, berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin û ragihandin ku heta vegerên karê xwe têkoşîna xwe bidomînin.  Li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê 14 karkerên Kargeha Cargillê ji ber endambûna xwe ya Sendîkaya Tek Gida-Îş’ê ji kar hatibûn avêtin. Karker, destpêkê li ber derê kargehê dest bi çalakiyê kiribûn û çalakiya derî girtinê li dar xistibûn. Ji ber pêvajoya pandemiyê karkeran navber dabûn çalakiya xwe û hefteya borî dîsa dest bi çalakiyê kirin.    HEFTEYA DIN JÎ MUŞTERÎYEKE DIN    Karkeran di hefteya 853’yemîn de çalakiya xwe derbasî Stenbolê kirin û li ber derê muşteriya girîng a Xureka Fastand a Kargeha Cargillê ya li Bejîktaşê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapameniyê. Karkeran diyar kir ku hefteya bê jî dê li ber derê muşteriyeke din a kargehê xwaringehên Burger Kîngê çalakî li dar bixin. Karkeran destnîşan kir ku heta vegerên karê xwe dê têkoşîna xwe bidomînin.