Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin 2020-08-21 15:30:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Odeyên Tabîban, têkildarî belavbûna şewba kurevî Covît-19, li gelek navendan daxuyanî dan û diyar kirin ku eger tenduristiya hekîman û xizmetkarên neparêzin, dê nikaribin civakê jî biparêzin. Nûnerên odeyan diyar kirin ku ji ber şewb gelek zêde bûye, barê wan pir giran bûye û êdî hekîm nikarin nefesê bistînin. Hekîm jiyana xwe ji dest didin."     Odeyên tabîban li gelek navendan daxuyaniya hevpar dan û bal kişandin ser zêdebûna vîrûsê û nêzîkatiya hikûmetê. Nûnerên odeyan diyar kirin ku ger hekîm û xizmetkarên tenduristiyê neyên parastin û piştgiriya maddî û manevî nedin xizmetkaran dê nikaribin tenduristiya civakê jî biparêzin. Odeyan hikûmet hişyar kir û xwest di têkoşîna li dijî vîrûsê de tenduristiya kedkarên tenduristiyê bê parastin û piştgirî bê dayîn.    STENBOL    Odeya Tabîban a Stenbolê li avahiya xwe ya Cagaloglu civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Seroka Odeyê Prof. Dr. Pinar Saip, Sekreterê Giştî Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglu,  Endama Lijneya Giştî Prof. Dr. Rukiye Eker Omeroglu û gelek bijîşên din amade bûn. Li ser navê odeyê Endama Lijneya Giştî ya Odeyê Prof. Dr. Rukiye Eker, anî ziman ku li şûna Wezîrê Tenduristiyê şewbê kontrol bike, raqaman kontrol dike û wiha got: "Erka hekîm û xizmetkarên tenduristiyê ewe ku nexweşan derman bike. Wan ji nexweşan biparêze. Covid-19 pergala tenduristiyê û civakê ji kok ve bi bandor dike. Bedela wê çi dibe bila bibe têkoşîna li dijî wê pirsgirêka civakî, pîşeyî û sincî ye. Li aliyekî zexta nexweş û muşterî heye. Li aliyekî giliyê SABIM-CIMER heye, li aliyê din jî şewba vîrûsê her ku diçe zêde dibe. Ev 'Bavê Vîrûsê' bandorê dike."     EM DIBIRIN   Wekî Odeya Tabîban û TTB em diyar dikin ku şewba vîrûsa Covid-19  kêm nebûye. Dijberî vê yekê zêde bûye. Rewa ku hekîm û xizmetkarên tenduristiyê di navde, êdî nikarin nefesê bistînin. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Divê her kes têkoşîna li dijî Covid-19 wekî tiştekî asayî û ji rêzê nebine. Di serî de wezareta Tenduristiyê û hemû rêveberên Tirkiyeyê divê rewşa xizmetkarên tenduristiyê bibîne. Hekîm xemgîn in. Her roj bi dehan hempîşeyên me nexweş dikevin. Dema hin kes di tv de û li ser hesabê twitterê qala serkeftiyên xwe dikin em li vir dimirin. Ji ber ku peyvirdarkirin ne li gorî edalet û wekheviyê tê kirin em bêtir mexdûr dibin. Em wekî odeya tabîban û TTB'ê bang li Wezîrê Tenduristiyê û rêveberên Tirkiyeyê dikin ku li gorî zagonan tev bigerin û erka xwe pêk bînin. Em rayedaran hişyar dikin ku li tenduristiya civakê bifikirin. Divê bêtir hekîm û xizmetkarên tunduristiyê bên parastin û piştgiriya maddî û manevî bê dayîn.   AMED    Endam û rêveberên Odeya Tabîban a Amedê li pêş Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê kom bûn û daxuyanî dan. li ser navê xizmetkarê tenduristiyê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elif Turan, daxuyanî da û xewst rayedar erka xwe pêk bînin û xizmetkarên tenduristiyê bên parastin.      MÊRSÎN    Odeya Tabîban a Mêrsînê jî li pêş Nexweşxaneya Şehîr daxuyanî dan. Xizmetkarên tenduristiyê li vir pankarta “Sebra me û hêza me xelas dibe" vekirin û daxuyanî dan. Rêveberên Odeya Tabîban û SES'ê tev li daxuyaniyê bûn.  Sekreterê Odeya Tabîban ê Giştî Cemil Galioglu, daxuyanî xwend û polîtîkayên AKP'ê rexne kir.    ÎZMÎR    Odeya Tabîban a Îzmirê jî bi heman armancê li salona konferansê ya odeyê daxuyanî da. Serokê Odeya Tabîban a Îzmirê Lutfu Çamli û xizmetkarên tenduristiyê amade bûn. Çamli, anî ziman ku li Îzmirê nêzî 3 hezar nexweşên i şewbê hene û nêzî 250 nexweş li nexweşxaneyan tên dermankirin û 2 hezar û 800 nexweş jî li malê ne.