Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin 2020-08-22 09:03:35   RIHA - Li Rihayê cotkarên dest bi berhevkirina fisteqan kirin, ji bazirganên ku kîloya fisteqan bi 16 lîreyan dikirin û diçin bi 80 lîreyî difiroşin bi gilî gazind in. Cotkarên ku ji ber deynên xwe fisteqên xw ebi erzanî difiroşin, dixwazin dewlet fiyetekî diyar bike.    Îsal rewşa fisteqên Dîlokê yên li Rihayê çêdibin nebaş e. Cotkaran anî ziman ku ji ber deynên xwe mecbûr mane kîloya fisteqan bi 16 lîreyan bifiroşin. Cotkar Mahmûr Dîrîer ku li gundê Esman ê navçeya Bêrecûkê dijî, diyar kir ku bazirgan bi 16 lîreyan ji wan dikirin, lê 2 meh şûnde kîloya wan bi 80 lîreyî difiroşin. Dîrîer got: "Dewlet ji bo findiqan fiyetekî diyar dike. Lê çima ji bo fisteqan diyar nake?"    BAZIRGAN QEZENC DIKIN    Haçim Dîrîer ku li gundê Esman ê navçeya Bêrecûkê dijî, anî ziman ku 65 sal in vî karî dike. Dîrîer, bilêv kir ku salê du caran darên fisteqan derman dikin, lê dîsa jî nikarin ji bin lêçûnan rabin. Dîrîer, diyar kir ku niha dema berhevkirina fisteqan e lê belê ji niha ve fiyetê wan pir erzan e û got: "Herî kêm divê bi 25 lîreyan bê firotin ku em karibin qezenc bikin."    Dîrîer, anî ziman ku ji mecbûrî bi erzanî didin bazirganan û bazirgan jî zêde qezenc dikin.    KÎLO BI 16 LÎREYAN E    Mahmût Dîrîer jî anî ziman ku fisteq tu perî nakin û got, ji ber ku mesref li darên fisteqan kirine ji mecbûrî fisteqên xwe difiroşin. Dîrîer got: "Kîloya fisteqan 16 lîre ye. Yanî miftî belaş e." Dîrîer, diyar kir ku ji ber heqê mazot, derman û heqê karkeran ji mecbûrî fisteqên xwe bi erzanî difiroşin û got: "rewşa me ne wekî ya cotkarên findiqan e. Dewlet fiyetê findiqan kiriye 25 TL. Lê çima ji bo fisteqan fiyetekî diyar nake? Em emxdûr in. Bazirgan tê bi vî fiyetî ji me dikire û du meh şûnde bi 70-80 lîreyî difiroşe. Min ev qas ked û tahb daye, lê cardin ez radibim bi 16 lîreyan difiroşim."    Dîrîer, xwest dengê wan bê bihîstin.