Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe 2020-08-29 09:03:09 WAN - Sewalvanên Wanê ku ji bo heywanên xwe ji bajarin din giya û kayê peyda dikin, destnîşan kirin ku piyase di destê qereborseciyan de ye û gotin, wê zivistana îsal zehmet derbas bibe.  Îsal ji ber ku li hin herêman pir baran nebariyaye, sewalvan di warê giya û kayê de tengijîne. Yek ji van bajaran jî Wan e. Cîgirê Serokê Kooperatîfa Peydakirina Êm û Kayê ya Gola Wanê Hasan Unver, anî ziman ku ji ber vê rewşa navbirî wê zivistana îsal zehmet derbas bibe.    LÊÇÛN ZÊDE DIBIN    Unver, destnîşan kir ku hem ji ber kayê hem jî ji ber bihabûna fiyetan rewşa wan nebaş e û got bi belavbûna şewba Covîd-19'ê re jî îsal lêçûnên wan zêde bûne. Unver got: "Hem fiyetê ka û giya biha bûye, hem jî fiyetê her tiştî biha bûye. Li Wanê îsal kes kayê nafiroşe, ji lewra ka hindik e. Îjara gava em kesên dev ji çandiniyê berdane jî lê zêde bikin, zehmetî zêdetir dibin. Lewma em diçin ji bajarine din kayê distînin. Ji ber ku em ji derve distînin tu bikî nekî fiyet jî zêde ye."    Unver, anî ziman ku kayê ji Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê dikirin û got, fiyetê biha yê kayê herî zêde bandorê li sewalvana dike. Unver got: "Tona kaya hêşîn hezar û 700-800 TL'yî ye. Fiyetê kaya nîskan jî hezar û 600-700 Tl ye. Kaya spî jî bi 850-900 lîreyî ye. Fiyet pir biha ne. Lewma mirov dev ji sewalvaniyê berdidin. Ev yek bandoreke mezin li me dike. Gava em TIR'ek ka dikirin, em 20 hezar TL'yî didin. Lê par me TIR'a kayê bi 10-15 hezaran dikirî. Ev yek jî rewşa dide der. Her wiha heqê karkeran û heqê mazotê jî heye."    PIYASE DI DEST QEREBORSECIYAN DE YE    Esnaf Suleyman Bûlût jî, anî ziman ku ji ber mekanîzmeyeke ku piyaseyê kontrol bike tuneye, piyase di dest qereborseciyan de ye. Bûlût, diyar kir ku îsal ji ber ku pir baran nebariyaye berdarî jî kêm bûye û got: "Ji ber ku baran di wext de nebariya, îsal hêşînahî jî  pir çênebû. Loma kaya me ji Amed û Êlihê tê. Li wir jî li gor xwe fiyetekî diyar dikin. Serê meha Hezîranê kîloya kayê bi 55-60 qurîşî bû, lê niha bi 80 qurişî ye. Gava mekanîzmayeke kontrolkirinê tunebe, tu bikî nekî wê pirsgirêk jî rû bidin. Qereborsecî fiyetê kayê diyar dikin. Ên herî zêde qezenc dikin ew in. Ji ên wekî me re jî serê kîloyaê 20 qurîş filan dimîne. Divê ev pirsgirêk bê helkirin. Kîsê kayê ji par heya niha ji sedî sed biha bûye."    Her wiha Bûlût anî ziman ku ger li herêmê baran nebare jî divê welatî ji berê de tevdîrên xwe bigirin û got: "Mesela li Amed û Êlihê baran nebare jî, bi pergala avdainê hel dikin. Lê belê ev yek li cem me tune. Îjar tu bikî nekî wê fiyet jî zêde bibin." Bûlût, diyar kir ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, lê belê heger rewş wiha dewam bike wê ew jî ji dest wan biçe.