KESK: Em di 14'ê Çileyê de bêjin ‘Ne OHAL demokrasî’ 2018-01-06 14:52:54   STENBOL - Platforma Şaxên KESK'ê yên Stenbolê, bi dirûşma “Ne OHAL demokrasî" dê di 14'ê Çileyê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê li dar bixe.   Platforma Şaxên Stenbolê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo OHAL bê rakirn û Biryarên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) paşve bên kişandin, kedkarên ji kar hatine dûrixstin vegerin karê xwe, dê di 14'ê Çileyê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînê li dar bixe.   Berî mîtîngê, KESK'ê li Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm-Senê daxuyanî da çapemeniyê. Di çivîvînê de pankarta "Ne OHAL demokrasî" daliqandin. Serokê Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm-Senê û Berdevkê Demî yê KESK'ê yê Stenbolê Kazim Yilanci axivî.   Yilanci destnîşan kir ku ew wekî rêxistinên kedê dê têkoşîna xwe dewam bikin û bi tu awayî ji tundiyên OHAL'ê re serî netewînin. Yilanci diyar kir ku ruxmê tundiya heyî jî hêzên ked û demokrasiyê di têkoşînê de bi biryar in û wiha axivî: "Kesên ku îro şidet û hovîtiyê bi pêş dixin, dê sibê destê xwe ji ked, çand û hunerê bikişînin û biçin."   Yilanci diyar kir ku ji bo azadî û edalet bi pêş keve, divê di 19'ê Çileyê de OHAL neyê dirêjkirin, ji bo mîtînga 14'ê Çileyê ev bang kir: "Divê hemû hêzên azadî, aştî, demokrasî û kedê di 14'ê Çileyê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li dijî OHAL'ê hêza xwe bikin ye."