DÎSK’ê serdana karkerên ji kar hatine derxistin kir 2020-09-10 16:22:03   KOCAELÎ – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû karkerên bi hêceta sendîkayî ne ji kar hatine derxistin ziyaret kir û got heta karker dest bi kar bikin wê li cem karkeran bin.    Li navçeya Dîlovasiya Kocaeliyê karkerên Fabrîkaya Elektrîkê ya Ozer bi boneya endamên Sendîkaya Bîrleşîk Metal-Îş’ê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bûne ji kar hatine derxistin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û rêveberên DÎSK’ê û nûnerên partiyên siyasî çûn serdana karkerên li ber Fabrîkayê çalakî li dar dixin. Çerkezoglû û şandeya li gel li rewşa karkeran pirsîn. Çerkezoglû li vir axivî û diyar kir ku heta karker vegerin karê xwe wê li cem karkeran cih bigirin û tişta herî bi rûmet rêxistinbûyîn e.    Piştî serdanê şande ji cem karkeran veqetiya. Karker çalakiya xwe ya berdewam dikin.