Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin 2020-10-10 09:09:54 ŞIRNEX – Li Silopiyayê cotkar îsal ji rewşa fisteqan razî ne û dibêjin, par ji ber pembo xisirîbûn lewma îsal wê bi fisteqan xisara xwe derxin.  Li navçeya Silopiya ya Şirnexê berhevkirina fisteqan dest pê kir. Par li navçeyê kîloya fisteqan bi 8 lîreyan dihat firotin, lê belê îsal kîlo bi 13 lîre û 25 qurîşan e. Par serê donim 400 kîlo fisteq dihat berhevkirin, îsal serê donim heya 700 kîlo fisteq tê berhevkirin. Lewma cotkar îsal ji rewşa fisteqan razî ne.   Li gundê Takiyan ê navçeya Silopiyayê ku di navbera Çiyayê Bêxêr û Çiyayê Cûdiyê de ye berhevkirina fisteqna dest pê kir.    Cotkar Ahmet Yaşar, anî ziman ku fisteqên xwe di meha Nîsan û Gulanê de çandine û piştî 160 rojan dest bi berhevkirina wan kirine. Yaşar, bilêv kir ku serê donim 2 hezar Tl mesref kirine. Yaşar got: "Îsal qezenca fisteqan baş e. Îsal berdar bûn. Her wiha par kîloya wan bi 8 TL'yan bû, lê îsal bi 13 lîre û 25 qurîşa ye. Par em di pembor de xisirîn, lê belê em îsal bi heqê fisteqan xisara pembo jî derxin."    Yaşar, destnîşan kir ku îsal pirsgirêka herî mezin DEDAŞ bûye û got, berê salê carekê fatûre dihat îsal her meh fatûre tê û fatûreyên tên jî pir zêde ne.    'KÊM E LÊ EM MECBÛR IN'     Mahmût Guven ku fisteqan dixe çewalan anî ziman ku bi qebale dixebitin û got, yewmiyeya wan 130 TL ye. Guven, diyar kir ku serê çewalekî 2 lîre ji wan re dimîne û got: "Ji ber em li warê xwe dixebitin em kêfxweş in. Heya em biçin bajaran, em li vê derê bixebitinçêtir e. Karê fisteqan mehkê dewam dike. Em 5 kes rojê 300-400 çewal fisteq berhev dikin. Em dibetilin, heqê me kêm e lê em mecbûr in bixebitin."    Piştî makîne ji nav erd dertên hin welatî jî fisteqên mayî berhev dikin û yewmiyeya wan jî 65 TL ye. Nêzî 30 jin rojê tonek fisteq berhev dikin.    MA / Mujdat Can