Sewalkar li dijî astengiyan di çalakiyê de ne 2020-11-12 12:15:21   WAN – Li navçeya Ebexê, sewalkarên ku xwestin sewalê xwe derbasî hin navçeyên din bikin û ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin, sewalên xwe li navenda navçeyê gerandin û astengiya leşkeran şermezar kirin.    Li navçeya Ebexê ya Wanê, sewalkarên ku dixwazin sewalê xwe derbasî hin navçeyên din bikin, bi hinceta ku guhar û belgenameya sewqkirinê wan tunene, ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin. Bi armanca şermezarkirina vê rewşê sewalkar, bi sewalên xwe re hatin kolana Azerbeycanê û çalakî li dar xistin. Piştî çalakiyê heyetek i sewalkaran derbasî qaymeqamtiya navçeyê bû û bi qaymeqam re hevdîtin kirin.    ‘LEŞKER ASTENGÎ DERDIXIN’   Sewalkar Latîf Salman, diyar kir ku ji ber guharê sewalên wan tunene û raporên wan ên ketin û derketinê tunene tên astengkirin û wiha got: “Em tenê dikarin li Ebexê li sewalên xwe binêrin. Em li bendê ne derbasî navçeyên din bibin. Destpêkê gotin 20 rojan bimînin piştre derbas bibin. Niha jî destûr nadin. Destûr nadin em ji Ebexê derbasî cihekî din bibin. Derbarê rewşê de me ji qaymeqamiyê re nivîs nivîsand lê encamek negirt.”   GUHAR Û BELGENAMEYA SEWQÊ NADIN   Salman, da zanîn ku dema diçin Miduriyeta Çandiniyê ya Navçeyê û ji bo sewalên xwe daxwaza guhar û belgenameyên sewqê dikin, miduriyeta daxwaza wan bi cih nayne û ev tişt got: “Em belgenameyên fermî dixwazin nadin me. Piranî em sewalên xwe dibin Erdîşê lê destûr nadin. Em bi tevahî di bin dorpêçê de ne. Em tiştekî derveyî qanûnan nakin. Çima me asteng dikin em jî fêm nakin.”   MIDURIYEA ÇANDINIYÊ BERSIV NADE   Karmendê Miduriyeta Çandiniyê ya Navçeyê ku me bi telefonê xwe gihandê û sedema nedayîna guhar û belgenameyên sewqkirina sewalan a welatiyan jê pirs kir, ev bersiv da: “Ku Midurê Çandiniyê tunebe em nikarin derbarê mijarê de biaxivin. Qedexeye ku em derbarê mijarê de agahî bidin. Tu agahiyeke min tuneye.”