Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev 2020-11-16 13:17:18   MANÎSA – Karkerên Medenê yên Ûyarê ku nêzî mehekê ye ji bo mafê xwe yê tazmînatê di çalakiyê de ne dê bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re bên gel hev.   Karkerên Medenê yên Ûyarê ku ji 12’ê cotmehê ve ji bo mafê xwe yê tazmînatê di çalakiyê de ne. Karkerên ku çend caran xwestin bimeşin Enqereyê ji aliyê cendirmeyan ve hatin astengkirin. Li ser navê karkeran 4 karker hefteya borî li Enqereyê bi rayedaran re hevdîtin kirin.    Li gel ku di hevdîtinan hatibû ragihandin ku dê pirsgirêkên karkeran bên çareserkirin jî heta niha di vê derbarê de tu pêşveçûnek tuneye. Karker ji bo bersivandina daxwazên xwe 12 roj in Golmarmarayê di çalakiyê de ne.    Wê karker saet di 14.00’an de bi Waliyê Manîsayê re û saet di 16.00’an de jî dê li Walîtiya Îzmîrê bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re hevdîtin bikin.