'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’ 2020-11-26 14:06:31   RIHA – Şaxa SES’ê ya Rihayê diyar kir ku li Rihayê rojane hezar û 600 kes bi koronayê dikeve û sedemê belavbûna koronayê li girtîgehan jî personel nîşan da.    Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Rihayê bi boneya balê bikişîne ser vîrûsa koronayê ya li Rihayê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaxa SES’ê Eylem Salar di civînê de axivî û diyar kir ku di 10 rojên dawî de li Rihayê hezar û 600 kes pêketiyên koronayê hene û divê pêşî lê were girtin. Salar anî ziman ku sedemê koronayê ku li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T belav bûye jî çûnehata personelan e û li girtîgehan jî û li derve jî bergirî kêm in û ji ber van kêmasiyan şewb belav dibe. Salar bang bergiriya koronayê ya hem li derve û hem jî li girtîgehan kir.