Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin 2020-11-29 09:08:10   STENBOL - Kedkarên tenduristiyê ku di şert û mercên zehmet de li dijî şewbê têdikoşin, anîn ziman ku gava testa wan pozîtîf be herî zêde 10 rojan di karantînayê de dimînin û piştî karantînayê cardin dest bi kar dikin.    Heya niha zêdetirî 150 xebatkarên tenduristiyê ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê gava bi şewbê bikevin jî herî zêde 10 rojan di karantînayê de dimînin û piştî vî 10 rojî rihet nebin jî ji mecbûrî diçin dixebitin.    Denîz Yildiz ku li Beşa Awarte ya Covîd-19'ê ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Hamdiye Etfal a Şîşlî ya Stenbolê hemşîretiyê dike, anî ziman ku heya niha gelek hevpîşeyên wê bi şewbê ketine. Yildiz, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên xebatê hevpîşeyên wê bi şewbê dikevin û got: "Ji ber em pir dixebitim laşê me qels dibe. Lewma gava em bi şewbê dikevin em bi xetereyên mezin re rû bi rû dimînin."    'MA QEY EM NE MIROV IN?'    Yildiz, destnîşan kir ku di nav van şert û mercan de xwe wekî mirovan hîs nakin û got: "Hevalên me yên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin. Em li mirovên nexweş dinerin. Em jî nexweş diekvin. Ma em xebatkarên tenduristiyê qye ne mirov in? Em xwe wekî mirovan hîs nakin. Em bênavber dixebitin. Mesaiyên me carinan 24 saet in. Ji mafên me û mirovatiya me dixwin."    Yildiz, anî ziman ku ji bo ku karibin karê xwe baş bikin divê bêhna xw evedin û got: "Mirovekî bi şewbê bikeve mafê wî yê karantînayê 14 roj in, lê gava ez pê bikevim 10 roj şûn de baş nebim jî ez mecbûr im bixebitim. Karê me xizmeta ji bo mirovahiyê ye, lê ji bîr dikin ku em jî mirov in."    Hemşîr Firat Bûrak Gurhan ku di beşa lezgîn a heman nexweşxaneyê de dixebite got: "Heya niha gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane. Heger tevdîr neyên girtin dibe ku ev rewş dijwartir bibe. Êdî li cem me bi navê demê têgihek tune ye. Tenê em radikevin û dixebitin." Gurhan, bal kişand ser bêedaletiya di warê meaş û bipêkirina hin mafên wan de jî û got: "Binpêkirina van mafan, tu bikî nekî moralê me xirab dike. Motîvasyona me xirab dike. Her wiha nahêle em baş bixebitin jî."    HEVSEROKA SES'Ê: TENDURISTKAR TÊN ÇEWISANDIN    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakiyê (SES) a Şîşliyê Fadîme Kavak jî anî ziman ku tenduristkar bi zext û zoriyên dijwar ên îdarekaran re rû bi rû dimînin. Kavak ku got "Li ser qoltixekê rûdinên bi rê ve dibin, lê belê ne xwediyê vê derê ne. Xwediyê vê derê xebatkar û gel in" anî ziman ku Wezîrê Tenduristiyê divê êdî li ser vê yekê hûr bibe.    ‘TEST POZÎTÎF BE JÎ WAN DIDIN ŞIXULANDIN'    Kavak diyar kir ku heger testa xebatkarên tenduristiyê pozîtîf be herî zêde 10 rojan di karantînayê de dimînin û got: "Yanî heger testa xebatkarekî pozîtîf be piştî roja dehan divê bixebite. Ma ev îş e. Ma kesekî ku bi nexweşîneke wiha bikeve heya encama testê nebe negatîf çawa tê şixulandin. ev nayê qebûlkirin."