Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye 2018-01-25 09:10:17 WAN - Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz, diyar kir ku Tirkiye di warê nexweşiyên pîşeyî û cinayetên karî de li cîhanê di rêza 3'yemîn û li Ewropayê jî di rêza 1'emîn de ye û ev wekî "Rûreşî" pênase kir û wiha got: "Gelek mirin di îstatîstikan de cih nagirin û hejmara ku di raporan de cih digire, gelekî kêm e." Li gorî rapora Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), di sala 2017'an de herî kêm 2 hezar û 6 karker, di 15 salên serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker jiyana xwe ji dest dane. Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz sedemên nexweşiyên karî vegot.   Salaz destnîşan kir ku zêdebûna cinayetên kar û nexweşiyên wan bi carekê de zêde nebûye, bi zêdebûna sanayî û nifûsê re cinayetên karî jî zêde bûn. Salaz aşkera kir ku ji roja komar hatiye avakirin heta niha, tevdîrên cidî nehatine girtin, piştî karesata madenê ya li Somayê, Qanûna Ewlehî û Tenduristiya Kar a bi Hejmara 6331'an derxistine û ev tişt got: "Vê qanûnê ji bo pêşî li mirinan bigire, çarçoveyek amade kir. Madeya Ewlehî û Tenduristiya Kar xwest xebata sererastkirinê bike, lê ev nebû çareserî."   'HÊJ BINGEHEKE BAŞ DANEYNÎNE'   Salaz aşkera kir ku bi Qanûna Hejmara 6331'an re hin xisûs zelal bûne û wiha axivî: "Dema ev qanûn derxistin, bi lez û bez derxistin û li ser bingehekê nedan rûniştandin. A yekemîn çi qas kargeh hene em nizanin. Ya duyemîn çi qas pisporên ewlehiya kar hene, pêwîstî bi çi qas pisporan heye û ekîbên me yên kar çi qas em nizanin. Dema ev tişt neyên zanîn, rewşeke wiha çê dibe. Hêj bingeheke baş nedane rûniştandin. Lê ev jî dikare bê gotin ku dema hukmê qanûna 6331'an di hin kargehan de dikevin meriyetê, encamên baş di saziyên sanayiyê de tên girtin."   ‘DEMA EWLEHÎ BÊ GIRTIN PÊŞÎ LI MIRINAN TÊ GIRTIN'   Salaz anî ziman ku mirinên karkeran herî zêde di sektora înşaetê de pêk tên û an ev karker di înşaetê de dikevin, an jî amûrek bi ser wan de dikeve û wiha pê de çû: "Ev rêje ji sedî 70'ê ye. Dema ketin an jî tiştek bi hewa de dikeve, heke li jêr ewlehî hatibe girtin, em ji sedî 70'ê pêşî li mirinan digirin. Ev ne gelek zehmet e. Tevdîrên ku hatine girtin, gelek tevdîrên erzan in. Lê dema ewlehî neyê girtin, mirovên me, karker jiyana xwe ji dest didin."   'BEŞA GIRÎNG NAYÊ QEYDKIRIN'   Salaz derbirî ku cinayetên ji ber qezayên kar diqewimin, gelek ji van bûyeran di raporên ÎSÎG'ê de cih nagirin û wiha pê de çû: "Beşeke girîng a cinayetên karî, li Anatolyayê bi malbatan re li hev dikin û wisa çareser dikin. Ev nakevin îstatîstîkan. Nexweşiyên pîşeyî bi giştî demek dirêj kesan nakuje û piştî demek dirêj nexweşên me wefat dikin, mirov nikare bêje di vê der barê de bi rêk û pêk îstatîstîkek tê tomarkirin. Kesên di qezayên kar de birîndar dibin û bi dermankirinê qenc nabin, piştî demekê jiyana xwe ji dest didin. Ev kes di îstatîstikan de cih nagirin."   'TIRKIYE JI WELATÊN EWROPAYÊ PAŞVE MA'   Salaz, diyar kir ku Tirkiye di warê nexweşiyên pîşeyî û cinayetên kar de li cîhanê di rêza 3'yemîn û li Ewropayê jî di rêza 1'emîn de ye û vê wekî "Rûreşiyê" pênase kir û wiha got: "Welatê me di warê qezayên kar de ji welatên Afrîkayê paşvetir e. Tirkiye di Ewropayê de yekemîn e. Em diçin înşaetê karker dîwar lê dike. Em dibêjin hûn çima dîwarê xwe ji hêla derve ve lênakin? Bersiva 'Em her dem wiha çê dikin' didin. Heke hûn ji hêla derve ve dîwar lêkin, hûn ê pêşî li ketinan bigirin. Cihên herî dawî bên girtin cihên valahiya asansoran e. Piştî siwax û boyax diqede, ev tê çêkirin. Di van valahiyên asansoran de heta niha bi hezaran mirov mirin."   'WE QET DÎTIYE KU ROJEKÊ PATRON MIRIYE?'   Salaz pirsa "We qet di jiyana xwe de dîtiye ku patronek miriye?" kir û da zanîn ku ji bo karker nemirin ew dixebitin, lê divê karker ji bo di qezayan de nemirin baldar bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo li jiyanê bimînin divê hîn bibin. Em ji bo hînbûnê pere ji karkeran naxwazin. Qanûn di vî warî de derfetan ji bo karkera dide. Divê di nava saeta xebatê de perwerde bê girtin. Perwerde ji derveyê saeta xebatê nayê kirin. Hukmê qanûnê ev e. Divê di dema kar de karker perwerdeya ewlehî û tenduristiyê bibîne."   MA / Mujdat Can