Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê 2018-01-26 10:18:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta AKP'ê ku bi polîtîkayên şer xwe li ser piyan dihêye, ji bo çavkaniyê ji şer re ava bike çav berdide pereyê welatiyan. Hikûmetê piştî benzîn û sotemenî û gelek amûrên malê zem kir, niha çav berda lîstikên şensê. Balkêş e Diyanetê beriya sersalê gotibû 'Lîstika şensê heram e."  Hikûmeta Tirkiye herî zêde butçeya aborî ji şer re amade dike. Hikûmeta ku herî kêm butçeyê ji xizmetên civakî, perwerde û tenduristiyê re vediqetîne, lêçûn û çavkaniyên hatinê têra şer nake. Ji ber ku butçe têra şer nake vê carê hikûmet çav berdide bêrîka welatiyan. Bi taybetî piştî şerê li Efrînê dest pê kir, dîsa dest bi zemê kir. Şerê ku li Efrînê 7 rojin didome, di aliyê aboriyê de Tirkiye xist nava tengasiyek mezin. Balafirên şer li Efrînê 100 ton bombe GPS li ser axa Efrînê barandin. Dîsa tang û topan bi dehan ton bombe barandin. Ji ber ku bi tonan bombe, gule û teqemenî di şer de diteqînin, êrî pere têra lêçûna şer nake. Ji ber lêçûna şer gelek zêde ye, hikûmetê di serî de benzîn û gelek cureyên sotemeniyê zem kir. Hikûmeta ku bi zemê hewl dide aboriyê li ser piyan bihêle, vê carê çav berda lîstika şensê.  Hikûmeta AKP'ê di butçeya 2018'an de herî zêde butçe ji şer re qetand. Hikûmetê di plana butçeya 2018'an de; ji bo Wezareta Parastinê, 40,4 milyar TL, ji bo Wezareta Tenduristiyê, 37,5 milyar TL, ji bo Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, 13 milyar 311 milyon 208 hezar  ji bo Midûriyeta Giştî ya Polîsan, 27 milyar 792 milyon 655 hezar, ji bo Fermandariya Peravê, 682 milyon 700 hezar û ji bo Musteşariya Ewlehiya Cemaweriyê; 18 milyon 373 hezar pere veqetand. Tevî vê yekê dîza dest bi zemê kir û hewl dide li ser pişta keda welatiyan çavkaniyê ava bike.    EWIL BENZÎN ZEM KIR Û PIŞTRE LÎSTIKA ŞENSÊ    Wezîrê Maliyê Nacî Agbal got "Ne pêkane şer bandorê li ser aboriyê bike. Bi awayê bigêje armanca xwe pêş dikeve" û piştre diyar kir ku dê lîstikên şensê ku bi awayekî zagonî tên lîstin dê der barê wan de projeyan ava bike.    Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek, Wezîrê Maliyê Naci Agbal û Wezîrê Rakirinê Lütfi Elvan di 27'ê îlona 2017’an de ji bo serdema 2018-2020'an bernameya 3 salan a wadeya navîn bi giştî 27.6 milyar tl paketa çavkaniyan aşkere kiribûn. Di vê pakêtê de diyar kiribûn ku dê 19 milyar tl bi riya zêdekirina bacê pêk bînin. Weziran piştî şerê Efrînê baca lîstikên şensê ji sedî 10'an derxistin ji sedî 20'an.    BUTÇEYA JI BO ŞER QETANDIBÛN TÊRA ŞER NEKIR   Hikûmetê ji bo butçeya şer a 2018'an parek mezin pere veqetand. Tevî hemû îtîrazan ji bo parastin û ewlehiyê butçeya şer ji sedî 41 zêde kirin. Tevî vê yekê butçeya ku di 2017'an de 64 milyar û 306 milyon û 50 hezar TL bû di sala 2018'an de derxistin 92 milyar û 718 milyon 151 hezar TL.    Wezîrê Maliyê Bakanı Agbal diyar kir ku dê cazibeya lîstikên şensê zêde bike. Lê Serokatiya Karê Diyanetê jî di serê salê de wekî lîstika heram nişan dabû. Diyanetê diyar kiribû ku lîstikên şensê yên wekî piyango, toto, loto, iddia, muşterek bahis, ganyan hwk tev heram in.    MA / Omer Çelîk