DİSK-AR: TUÎK hejmaran dinepixîne 2017-09-21 09:24:12 STENBOL – Di rapora Lêkolîna Hêza Kar a Gelê Xaneyê a Hezîrana 2017`an a TUÎK`ê de hat daxuyandin ku îstihdam milyon û 50 hezar zêde bûye. Alîgirê Pispor ê Lêkolînê yê DÎSK-AR`ê Deniz Beyazbulut diyar kir ku ev yek xelet e û hejmar hatine nepixandin.  Li gor daneyên Lêkolîna Hêza Kar a Gelê Xaneyê a Hezîrana 2017`an a TUÎK`ê ku di 15`ê Îlona 2017`an de hatin daxuyandin, hat diyarkirin ku îstihdam milyon û 50 hezar (ji sedî 3.8) zêde bûye. Di raporê de nehatiye diyarkirin ku îstihdam di kîjan sektorê de çawa ye.    Enstîtuya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) anî ziman ku rapora hatiye weşandin dûrî rastiyê ye. Hat destnîşankirin ku zêdebûna hejmaran ji ber şagirt, qursiyer, stajyeran e û dema îstatîstîkên SGK`ê û daneyên TUÎK`ê bên berawirdkirin dê rastî bi rihetî derkeve holê.    'HEJMAR TÊN NEPIXANDIN'   Alîgirê Pispor ê Lêkolînê yê DÎSK-AR`ê Deniz Beyazbulut dest nîşan kir ku kampanyaya bi navê Seferberiya Îstihdama Netewî ku îktidarê daye destpêkirin ji îstihdameke ku bêewle ku ji stajyer, şagirt û kursiyaran pêk tê. Beyazbulut, got ku xebata sîgorteya mecbûrî kêm bûye û her çi qas bê gotin ku îstihdam zêde bûye jî, zêdebûna bi şagirt, kursiyer û stajyeran nîşaneya binketinê ye. Beyazbulut, dest nîşan kir ku bi vî awayî hejmar hatine nepixandin  û ji ber zêdebûna betaliyê karker ji neçarî bi awayekî bêewle dixebitin.