SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê 2021-04-02 15:12:17   ENQERE – Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim, diyar kir ku desthilat nikare şewbê bi rê ve bibe û ev tişt got: “Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngiyê da aboriyê.”   Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), têkildarî pêvajoya asayîbûnê ya vîrûsa koronayê li Navenda Giştî ya SES’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li eywana civînê pankarta “Dema ku hûn li dijî pandemiyê têbikoşin nikarin bibêjin ‘bila çerx ji bo sermiyan bigere’” hat daleqandin.    ‘PANDEMÎ JI KONTROLÊ DERKETIYE’   Di civînê de Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim axivî û diyar kir ku desthilat nikare pandemiyê bi rê ve bibe û wiha got: “Mê pêşdîtinên xwe yên vê derbarê de li her platformê anîn ziman. Li şûna tenduristiya gel girîngiyê dan aboriyê. Weke ku henekê xwe bi me bikin li şûna bergiriyan qedexeyan ragihandin. Êşa şaşiyên desthilatê em kedkarên tenduristiyê dikişinin. Pandemî ji kontrolê derketiye.”   Yildirim daxwazên wan jî wiha rêz kir:    * Heta 4 hefteyan di têketin û derketina welat de tevdîrên baş bên girtin.    * Heta 4 hefteyan ji bilî tenduristî, xizemtên şaredariyê û firotina xurek hemû liv û tevgera mirovan bê rawestandin.   * Ji bo kedkarên paqijiyê, peydakerên xurek, û hêzên ewlehiyê ku neçarin bixebitin divê bergiriyên parastinê yên baş bên girtinê.    * Piştî mehekê ji nû ve nirxandin bên kirin û heta ku li tevahiya dinyayê bikeve bin kontrolê tevdîrên ji bo mirovên derdikevin derveyî û welat û ji derveyî welat tên ben berdewamkirin.