Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’ 2021-04-06 10:17:05   AMED – Şaxa TUMBEL-SEN’ê ya Amedê, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, zextê li xebatkarên sendîkayî dike ku sendîkayên xwe biguherînin û ji ber vê pêkanîna mobîng rêveberiya şaredariyê hişyar kir.   Şaxa TUMBEL-SEN’ê ya Amedê, têkildarî pêkanîna mobîngê û birîna alîkariya xwarinê ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê xebatkarên şaredariyê ji wan hatiye girtin û li hemberî wan mobîng pêk tê.   GEFXWARINA GUHERTINA SENDÎKAYÊ   Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê de ev agahî hat parvekirin: “Rêveberiya şaredariyê bi serokên daîreyan, burokratên paye bilind û midurên şaxan zextê li xebatkaran dike ku sendîkayên xwe biguherînin. Li ser karkeran tirsê çêdikin û bi gefxwarinê dixwazin xebatkar ji TUMBEL-SEN’ê veqetin û derbasî BEM-BÎR-SEN’ê bibin.”   HIŞYARIYA LI ŞAREDARIYÊ   TUMBEL- SEN’ê di berdewama daxuyaniya xwe de hişyarî li rêveberiya şaredariyê kir ku di navbera sendîkayan de nebe alîgir û heke bibe alîgir û ji bo vê zextê li xebatkaran bike dê li djî wê serî li rêyên hiqûqî bide.    XWARINÊ JÎ BIRÎNE   Her wiha di daxuyaniyê de hat parvekirin ku şaredariyê 5 meh in alîkariya xwarinê ya dida xebatkaran jî biriye û xizmeta xwarinê ya li yekîneyên şaredariyê nayê dayîn.