Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe 2021-04-09 09:00:55 ÎDIR - Li Îdirê bi hatina biharê re darên mişmişan kulîlkên xwe vekirin. Lê belê cotkar ditirsin qeşa li darên mişmişên wan bixe.   Li Îdirê, yek ji çavkaniyên debarê yên welatiyan jî mişmiş in. Li bajêr her sal nêzî 45 ton mişmiş tên berhevkirin. Ev mişmiş îxracî gelek deveran tên kirin. Yek ji taxên ku herî zêde mişmiş lê çêdibin jî Taxa Hakveyîsê ye. Darmişmişên hakveysê îsal jî kulîlk vekirine.    Sabrî Alagozê 70 salî ku 30 sal in citkariyê dike, anî ziman ku hema bibêje tevahiya şêniyên taxê karê mimişan dikin. Alagoz, bal kişand ser berdariya axa bajêr û diyar kir ku qismek mişmişên xwe difiroşin û qismek jê jî hişk dikin. Alagoz, destnîşan kir ku qezenc mişmilan heye, lê belê karekî zehmet e û got: "Em her sal gubre didin daran û li wan miqate ne. Ji bo hişk nebin em wan derman dikin. Îsal me tenê carekê derman kiriye. Niha tevahiya daran kulîlk vekirine. Piştî wextekê ê bibin mişmiş. Paşê em ê dîsa derman bikin. Piştî dermankirinê em ê av bidin û herî dawî jî em ê wan bikesixînin."    CUREYÊN MIŞMIŞAN   Alagoz, bal kişand ser cureyên mişmişan û da zanîn ku herî zêde 3 cureyan diçînin. Alagoz got: "Yek ji vana jî 'şalak' e. Bêyî ku em tiştekî bikin xwe bi xwe çêdibe û em dixwin. Cureyek din jî 'teberze' ye. Ev tê hişkirin. 'Mişmişên spî' jî hene. Em van mişmişan jî dikin rîçal."    FIKAR   Alagoz, bilêv kir ku îsal ji şert û mercên hewayê razî ne, lê belê gava dinya ji nişka ve sar bibe û baran an jî ba bê, ê zirar bigihê daran. Alagoz, got: "Piranî dawiya mehê sar dibe. Ev yek bandorê li hin daran dike. Lê îsal hewaya Îdirê baş bû. Berê van çaxan berf dibariya. Lê îsal jî ziwa bû. Ji ber vê dibe ku berdarî kêm be. Heger sermayeke zêde çênebe û wisa dewam bike, ê hêviya me xurt be."    FIROTINA MIŞMIŞAN   Cotkar Ercan Aktaş jî anî ziman ku piştî wextekê yê kesên mişmişan dikirin bên taxa wan û got: "Karê berhevkirinê di Tîrmehê de ye. Gava kirîger tên, tev xebatkarên xwe tên. Karker ji Îdirê ne. Piştî tên berhevkirin, wan dişînin derveyî bajêr û derveyî welêt. Em mişmişan li TIR'an bar dikin. Karê firotanê mehekê dewam dike. Qezenca wê jî baş e. Piraniya kesên li vir debara xwe bi mişmişan dikin."    QEŞA   Aktaş, destnîşan kir ku li Îdirê fêkia herî zêde tên çandin û hilberandin mişmiş e. Aktaş, anî ziman ku lê belê heger qeşa çêbibe û li daran bixe, dê bixisirin û got: "Heger qeşa çêbibe, ê zirarek mezin rû bide. Îjar cotkar ji bo zirarek mezin çênebe sîgorteya xwe çêdikin. Heya niha em leqayît iştekî wisa xirab nehatine. Lê dê ev talûke 15-20 rojan dewam bike. Gava mişmiş mezin bibbin, ê talûke jî nemîne."