Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin 2021-04-13 11:46:37   MANÎSA - Darizandina Komkujiya Somayê dîsa ji nû ve dest pê kir. Malbatan daxwaza edaletê dubare kir û ew pehîna li wan ketiye her roj xwe bi bêhiqûqek din re dubare dike.    Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014’an de li kanek komirê bobelat rû dabû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabû. Ji sûcê “bi qestî kuştina kesan” doz li xwediyên kar hatibû vekirin. Doz ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû xerakirin û piştî vê biryarê ji nû ve dozê dîsa dest pê kir. Beriya danişînê malbatên qurbaniyan li ber Meydana Gara Stasyona Akhîsarê li hev kom bûn û heta ber edliyê meşek li dar xistin. Malbatan pankarta ku navê 301 karkeran lê nivîsandibû vekirin û bi berzkirina dirûşmeyan meş li dar xistin.    Li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, parlamenterên CHP’ê Ozgur Ozel û Sezgîn Tanrikûlû, parlamentera CHP’ê ya berê Melda Onûr, nûnerên sendîkayan û partiyên siyasî û malbat beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘WE HER ROJ WÊ PEHÎNÊ AVÊT ME’    Serokê Komeleya Alîkariya Civakî ya 301 Madenvanên Somayê Îsamîl Çolak axivî û diyar kir ku li gel 7 sal bi ser komkujiyê re deras bûye hêj êşa wan wek roja ewil teze ye û wiha got: “We pehîn avêt me. Pişt re ji bo hûn bikin amûrê hilbijartinê we lêborînek xwest. Hêj êşa wê pehînê di dilê me de ye. Avêtina wê pehînê li eywanên dadgehan û li ber dadgehan berdewam kir. Ji bo kujer neyên cezakirin we her roj wê pehînê li me da.”    ‘BILA BERPIRSIYAR WERIN CEZAKIRIN’    Çolak biryara ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin bi bîr xist û got: “Piştî 2 salan dîsa va em li eywanên dadgehê ne û dixwazin kujer û berpirsiyar werin darizandin. Me 7 sal berê dest bi têkoşîna xwe ya edaletê kir. Divê hemû bersûc û wezîfedarên cemaweriyê yên berpirsiyar bi serdestiya hiqûqê werin darizandin. Divê edalet tenê ji bo kesên sermayedar be. Em ê ji bo her kesî li vî welatî li edaletê bigerin. Piştî Somayê bi sedan karker jiyana xwe ji dest da. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN’    Berkan Kose jî li ser navê malbatên karkeran axivî û destnîşan kir ku heta edalet pêk were ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û ji rêya xwe venegerin.    Piştî daxuyaniyê malbat derbasî eywana danişînê bûn. Malbat di bin tevdîrên ewlehiyê de derbasî hundir bûn û telefonên rojnamevanan girtin.    Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Bersûc Can Gurkan û parêzerê xwe bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Şandeya dadgehê biryara Dadgeha Bilind a ku dozê xera kiriye xwend. Danişîn wê bi parastina parêzeran berdewam bike.    BIRYARA DADGEHA BILIND    Daîreya Ceza ya 12’emîn a Dadgea Bilind diyar kiribû ku rîska şewatê ku Can Gurkan derxistibe zêde ye û ji ber tevdîrên ewlehiya kar negirtiye di 30’ê îlona 2020’an de biryarê xera kiribû. Dadgeha Bilind xwestibû ku ji bersûcan Can Gurkan, Dogrû, Çelîk û Adali 301 car ji sûcê “kuştina bi qestî” û 162 car jî ji sûcê “birîndarkirina bi qestî” werin cezakirin.