Şaredariyê ruxset da, lê rê çênake! 2021-04-15 09:06:56 RIHA - Li navçeya Eyyûbiyeyê şaredariyê ji bo sewalvan heywanên xwe di şikeftan de xwedî bikin, ruhseta kargehê daye sewalvanan, lê belê bi salan e rêya şikeftan çênake. Sewalvanan diyar kir ku ji ber vê eziyetê dikişînin.  Li Taxa Topdagi ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê nêzî ji zû de ye mirov li 490 şikeftên çi biçûk çi jî mezin heywanên xwe xwedî dikin. Şaredariyê ji bo van şikeftan ruxseta kargehê daye sewalvanan, lê belê rêya şikeftan çênekiriye. Ji ber vê sewalvan eziyetê dikişînin û ev yek bandoreke nebaş li karê wan dike.    BILA SOZÊN XWE BI CÎ BÎNIN    Mûzaffer Çetîn ê 48 salî anî ziman ku ji ber ku şikeft hênik in, di wan de heywanan xwedî dikin û 25 sal in sewalvaniyê dike. Çetîn got: "Baca vê derê heye. Fatûreyên av û ceryanê dişînin, lê rê çênakin. Bila rayedara sozên xwe bi cî bînin. Dema hilbijartinê tên, dibêjin 'em ê rêya we çêbikin.' Lê piştî hilbijartinê çênakin."     ZIRAR DIGIHÊ WESAYÎTAN    Çetîn, bilêv kir ku Cejna Qurbanê nêz dibe, lê belê ji ber ku rê tune ye mişteriyên wan jî nayên şikeftan. Çetîn, destnîşan kir ku zivistanê êmên heywanan li ser pişta xwe dikin û dibin şikeftan û got: "Şaredarî îdia dike ku rêyên gundan jî çêdike, lê belê hê rêyên nav bajêr çênekirin. Em heyr mane, em nizanin em ê çi bikin. Ji ber van rêyan zirar digihê wesayîtên me. Sewalvanî nemaye."    KOÇBERÎ   Çetîn, bal kişand ser fiyetê êm jî û got: "Kîloyek ka bûye lîreyek. Kîloya ceh bûye 2 lîre û kîsek kapek jî bûye 60 TL û kîsek êm jî bûye 125 TL. Niha 45 heywanên min hene. Lê berê 90 heb bûn. Sewalvanî nemaye. Niha vî karî dikim, lê sala bê ez ê nikaribim bikim. Em ê dev ji vî karî berdein û wekî gelek eksan koç bikin. Em ê bibin karkerên demsalî."    SEWALVANÎ NEMAYE    Davût Şahap ê 40 salî jî anî ziman ku 30 sal in rêya wan nehatiye çêkirin. Şahap, bilêv kir ku 25 sal in vî karî dike û heya çend sal berê 250 heywanên wî hebûn, lê niha 50 heywanên wî hene. Şahap jî bal kişand ser bihabûna fiyetê êm û got: "Di hilbijartinan de soz didin, lê nakin. Ji ber vî karî min top avêtiye. Kesên di Cejna Qurbanê de dixwazin bên vira, ji ber ku dê zirar bigihê wesayîtên wan nayên. Em dixwazin rê bê çêkirin."   Ahmet Meral ê 48 salî ku kayê difiroşe jî got: "Em sewalvan xwe bi xwe rê çêdikin, lê gava baran tê dîsa dibin wekî berê. Zivistanê nikarim kayê bibim şikeftan. Sewalvan kayê li pişat xwe dikin dibin." Meral jî destnîşan kir ku êdî tu xêr di sewalvaniyê de nemaye û got: "Heger rê bê çêkirin ê barê sewalvanan sivik bibe. Em ê karibin bi rihetî êm belav bikin."    MA / Emrûllah Acar