Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan 2021-04-19 15:22:12   EDENE - Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Edenê, ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê  serî li Walitiyê Edeneyê da.    Li Edeneyê, endamên DÎSK, KESK, TMMOB, Odeya Tabîban a Edeneyê û Baroya Edeneyê yên di nava Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê de cih digirin, ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiya Edeneyê dan. Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê, têkildarî mîtîng û meşa tê xwestin di 1’ê Gulanê de ji Pira Kasim Gulek dest pê bike, li pêş Nûnertiya Herema Çûkûrova ya DÎSK’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Nûnerê Herema Çûkûrova yê DÎSK’ê Huseyîn Yaşar Gundogdû axivî.   ‘DI 1’Ê GULANÊ DE EM LI REX HEV BIN’   Gundogdû, xwest ku hemû xebatkar bên derzîkirin û ferzkirina destûra bêheq û “zilma Kod-29’ê” bê bidawîkirin. Gundogdû, diyar kir ku divê Fona Sîgorteya Bêkariyê tenê ji karkeran re were terxankirin û wiha got: “Ji ber pandemiyê karker di rojên zor û zehmet de derbas dibin. Bergirî, derzî, kar, temînata dahatê, dewleta civakî, edalet ji karker û kedkar re tune ye. Pergala kapîtalîst tenê bêkarî, xizantî, birçîtî, hilweşîn, felaket, şer, mirin, cihekarî û zextê tîne. Em bixwazin mafê xwe bigerin ne heq ne hiqûq ne jî demokrasî heye. Lê ev wiha naçe. Ji bo pêşeroja welatê me û mirovahiyê, ji bo azadî, biratî, aştî û demokrasiye, ji bo keda Tirkiyeyê û keda cîhanê di 1’ê Gulanê de werin em li rex hev bisekinin.”