Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin 2021-04-24 10:29:43   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl ên diyar kirin ku qedexeya 1’ê Gulanê ne rewa ye, wê nas nakin û ew ê li qadan 1'ê Gulanê pîroz bikin.    Li hemû cîhanê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran weke roja piştevanî, têkoşîn û yekitî tê pîrozkirin. Karker îsal jî di bin siya pandemî û qeyrana aborî de vê rojê pêşwazî dikin. Ji ber şewbê sala par li gelek cihan pîrozbahî nehatibûn kirin jî bi milyonan karker û kedkaran cejna xwe pîroz kiribûn. Sendîka û partiyên siyasî ji ber qedexeyên derketina derve ya pandemiyê îsal wê 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de li qadan pîroz bikin. Qedexekirina çalakiyan a heta 17’ê gulanê ya li gelek bajaran jî balê dikişîne ser xwe. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin qedexe ne rewa ye û wê nas nekin û her kesî vexwendin qadan.    QEDEXEYAN NAS NAKIN   Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu diyar kir ku demekî dirêj e karker li dijî polîtîkayên desthilatê yên li dijî kedê li ber xwe didin û wiha got: “1’ê Gulanê  ji bo çîna karkeran pêvajoya polîtîkbûnê ya têkoşîna aboriyê ye. Di serî de em sosyalîst, peywîr dikeve ser milê herkesê. Em ê di 1’ê Gulanê de qedexeyan nas nekin, divê em nas nekin jî.” Tumuklu anî ziman ku fikreke wan heye ku 1’ê Gulanê di roja wê de pîroz bikin û wiha axivî: “Em di vê mijarê de bi biryar in. Kî di vê biryarê de ye li Stenbolê, li Taksîmê li her derê ku em lê ne û kesek jî bin em ê 1’ê Gulanê di roja wê de pîroz bikin. Em ê qedexeyên şeftiya faşîst ên durû nas nekin.”   ‘KES NIKARE BIBE ASTENG’   Nunerê Kovara Kaldiraçê Hakan Dîlmaç jî da zanîn ku karker îro têkoşîna ku sax bimînin didin û wiha got: “Heke îro karker û karker li gel şewbê ji bo tirsa birçîtiyê bixebitin, ji ber bêkariyê xwe kuştin çêbibin, karker qurbanî sermayeyê bên kirin, ji bo ku ev yek bê ziman kes nikare vî dengî li kolan, kargeh, tax, dîwar û rawestgehan asteng bike.”   PÊKNEANÎNA QANÛNAN REWA YE   Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Partiya Şoreşger a Yekgirtî Erdogan Çakmak jî anî ziman ku divê kes li qedexeya ji bo 1’ê Gulanê guhdar neke û got: “Dibe ku niyeta hikumetê astengkirina dengê karkeran be lê li dijî vê qedexeyê vexwendina pêkneanîna qanûnan a karkeran, rewa ye. Di çavên karkeran de jî di çavên girseyan de jî ev rewa ye.”   GREVA PANDEMIYÊ    Nûnera Alinteriyê Muruvvet Kuçuk a li dijî qedexeyan, 1’ê Gulana îsal weke “greva pandemiyê” bi nav kir û xwest tevî vê yekê jî karker tevli grevê bibin û wiha got: “Ji bo 1’ê Gulanê ez hemû karkeran di serê ewil de vedixwînim Meydana Taksîmê. Divê em qedexeyan nas nekin. Lazim e em derkevin meydan û kolanan. Divê em bi çalakiyên xwe bertekên xwe nîşan bidin."    ‘EM Ê JI BO AZADIYÊ LI QADAN BIN’   Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî wiha axivî: “Em alîgirên karker û bindesta ne. Em ê di 1’ê Gulanê de ji bo jiyaneke bi temînat û mirovî, ji bo ked, azadî û mafên xwe li qadan bin.”   MA / Kadîr Guney