Çalakiya karkerên DHL Expresê didome 2017-09-21 09:27:07 STENBOL- Karekerên DHL Exspresê ku ji ber fealiyetên xwe yên sendîkayî û bi hinceta endamên TUMTÎS`ê ne ji kar hatin derxistin, ev 67 roj in li ber xwe didin. Herî zêde çayger Mehmet Poyraz ku dibêje “Çay ji me berxwedan ji we” piştevaniya karkeran dike.  Di 9`ê Hezîranê de ji ber endamê Sendîkaya Karkerên Gihaniya Giştî (TUMTÎS)ne û bi hinceta “beş girtine” li Şaxa DHL Exspresê ya Balafirgeha Ataturkê 2 karker ji kar hatin derxistin. Ji bo rewşê protesto bikin karker di 12`ê Hezîranê de li ber avahiya Gerînendetiya Giştî ya DHL Exspresê daxuyanî dan. Paşê 7 karkerên din jî ji kar hatin derxistin. 9 karkerên ji kar hatin derxistin bi daxwaza dîsa vegerin ser karên xwe di 17`ê Tîrmehê de li ber avahiya Gerînendetiya Giştî ya DHL Exspresê dest bi çalakiyê kirin.    `ÇAY JI ME, BERXWEDAN JI WE'   Mehmet Poyraz xwediyê Koşem Bufeyê ku li hemberî peyarêya ku karker lê ne jî her sibeh çayê dide karkerên çalekger û bi vî awayî pîştevaniya karkeran dike. Poyraz anî ziman ku ew piraniya karkeran nas dike û ji ber ku sendîkayî ne ji kar hatine derxistin, lê belê ev yek ne rast e. Dema me bi karkeran re sohbet dikir, Poyraz çay anî û wiha got: “Çay ji me, berxwedan ji we.”     Ulaş Kurt anî ziman ku dema wan 67 roj berê dest bi çalakiyê kir wan nizanibû dê çi bibe. Kurt got ku têkilî û piştevaniya ku 14 sal berê wan daniye zêde bûye. Kurt ragihand ku tenê armancek wan heye û wiha got: “Li vir sendîka heye û her kes hêzê dide hevdu. Cariban şertên hewayê, faktorên derûnî motîvasyona me kêm dikin, lê belê ji ber ku em bi hev re ne em hêzê didin hevdu.Her ku diçe baweriya me ya ji bo serketinê zêdetir dibe û dê ev yek heta dawiyê bidome.”    'EV DOZ TENÊ NE YA ME YE'   Karkerê bi navê Berk Kalyoncu jî dest nîşan kir ku her ku piştevaniya karkeran zêde dibe ew gaveke din ber bi serketinê ve diçin. Kalyoncu da zanîn ku her roj gelek karker serdana wan dikin û wiha axivî: “Ev doz tenê ne ya me ye, doza hemû karkeran e. Çimkî ji ber ku em sendîkayî ne em ji kar hatin derxistin. Dema em sendîkayî bin dê hem ewlehiya me ya kar hebe û em ê di şert û mercên rihetir de bixebitin. Em dixwazin karker bêtir piştevaniyê bidin.”