Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn 2021-04-28 13:15:33   RIHA - Li gundê Hirik a girêdayî Wêranşarê, ekîbên DEPSAŞ’ê bi eskeran re ceyrana cotkaran birîn.   Şirketa Anonîm a Ceyranê ya Dîcle (DEPSAŞ) bi eskeran re ceyrana gundê Hirik a girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê, bi hinceya deynê xwe nadin birî. Piştî birîna ceyranê nêzî hezar donim çandiniya gundiyan bê av man. Malbata Eyyup Mûtlû ya li gund dimîne, diyar kir ku ji ber birîna ceyranê, ziviyên wan hişk dibin.    Mûtlû, da zanîn ku ew bi fikarin ku hilberîna wan bi kedeke mezin çandiniye tune bibe û wiha  got: “Kes alîkariya me cotkaran nake. Dibin sedema hişkbûna zeviyên me. Êdî  em nizanin emê çêbikin.”