Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike 2021-04-28 14:30:51   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, ji bo 1’ê Gulanê ya sibê li Qada Deriyê Çiyê bê pîrozkirin, banga tevlîbûnê kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî 1’ê Gulanê li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1 a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Ji bo jiyaneke bi temînat, bi tendurist û mirovî, hêvî li rex hev” daliqand. Di civînê de Serokê Şaxa DÎSK/Genel-Îş’ê ya Hejmara 1 a Amedê Kamûran Taş axivî.    ‘EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Taş, destnîşan kir ku wê di 1’ê Gulanê Roja Yekitî Tekoşîn û Piştevaniyê de, careke din dengê xwe bilin bikin û wiha axivî: “Di şertên pandemiyê de em li ku bibin bila bibin, li kargehan, li meydanan, li kolanan û li ser medya civakî, li her cihê ku em lê bin, em ji bo daxwazên xwe tên bahev.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Taş, diyar kir ku ligel qedexeyan wê li her çar aliyê Tirkiyeyê li qadan bin û wiha got: “Em weke pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê hemû kedkar, bindest, jin û hêzên demokrasiye 29’ê nîsanê saet di 12.30’an de vedixwînin Qada Deriyê Çiyê. Bijî Yek Gulan.”