Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin 2021-04-29 09:00:27 STENBOL - Karkerên bi sepanên kêfî û Kod-29’ê ji kar hatine avêtin, diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe veguhezînin 1’ê Gulanê û xwestin Kod-29 were betalkirin.    Li Tirkiyê îsal jî bi deh hezaran karker bêkar 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Di pêvajoyek ku her roj krîza aborî û bêkarî zêde dibe vê carê jî sepana Kod-29’ê hat derxistin û karker bi vê sepanê ji kar tên derxistin ango tên avêtin. Karkerên ji karên xwe hatine derxistin û li ber xwe didin dan zanîn ku ew ê bi daxwaza “Bila Kod-29 betal bibe, karker li karên xwe vegerin” di 1’ê Gulanê de derdikevin qadan.    ‘EM Ê HER BIBIN TIRSA WAN’   Dilbent Turker a berxwedêra Sînboyê da zanîn ku ew ê di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe însanî qîr bikin û xwest karker di 1’ê Gulanê de derkevin qadan û li dijî neheqî, mirina û bêkariya karkeran derkevin. Turker got îqtidar û karsaz ji karkeran ditirsin û ew ê jî vê tirsê her mezin bikin û dê têkoşîna xwe mezintir bikin.    JI BO KARKERNA TEVDÎR NAYÊ GIRTIN    Karkera Şirketa etîketan a SML Seçîl ku ji kar hatiye derxistin û li ber xwe dide jî destnîşan kir ku 1’ê Gulanê roja yekîtî û têkoşînê ye û her roj karker ji ber koronayê dimirin û ji bo karkeran bi qasî serê derziyê tevdîr nayên girtinê. Ari got ew her kesî li dijî neheqî û kedxwariyê vedixwîne qadên 1’ê Gulanê.    JI BO KOD-29 BETAL BIBE DIÇIN 1’Ê GULANÊ    Berxwedêrê TUR ASSIST  Mesût Toprak jî anî ziman ku roja 1’ê Gulanê roja ku serî li dijî polîtîkayên serdestan û kedxwaran rakin û got: “Em ê bi daxwazên ku Kod-29 were betalkirin û sepana destûra bêheq bi dawî bibe biçin qadên 1’ê Gulanê.”    QEDEXEYAN NAS NAKE    Berxwedêr Cargillê Faît Kûtlû jî bi bîr xist ku ev sala berxwedana wan sêyemîn e ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û ew bi ruhê berxwedanê vê rojê pêşwazî dikin û xwest kes guh neda qedexeya 1’ê Gulanê û ew qedexeyan şermezar dike.    DIVÊ HER KES LI TAKSÎMÊ LI BER XWE BIDE    Berxwedêra depoya Mîgrosê Sevîm Goneş jî destnîşan kir ku divê karker xwe bikin yek û 1’ê Gulanê roja li dijî patronan bibînin û daxwaza wê ew e ku li heqê keda xwe bistîne û sepana Kod-29 jî were betalkirin. Goneş xwest tevahiya karkeran biçin Meydana Taksîmê û li ber xwe bidin û 1’ê Gulanê pîroz bikin.    DIVÊ KARKER DERKEVIN QADAN    Berxwedêrê ku ji Şaredariya Bayrampaşayê hatiye avêtin Selahattîn Guda jî anî ziman ku ji bo ew mafên wan hatine dizîn paş de bistînin û vegerin karê xwe 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û divê tevahiya karkeran mil bidin milê hev li ber xwe bidin û karker hemû biçin qadên pîrozbahiyê yên 1’ê Gulanê.    MA / Kadîr Guney