Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin 2021-04-29 09:00:29 WAN - Karkerên li pîşesaziyê di bin şertên giran de dexebitin destnîşan kirin ku ew ji ber şewbê û krîza aborî heqê keda xwe nastînin û gotin: “Em bi nanoziko dixebitin.”  Li navçeya Tuşbayê ya Wanê sîteya pîşesaziyê heye. Gelek karker ango kedkar di bin şertên giran de li vê sîteya pîşesaziyê dixebitin. Bi şert û mercên vîrûsa koronayê û krîza aborî re karên wan girantir dibe. Karker di bin şertên zehmet de cejna karkeran 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û gotin: “Li şûna em 1’ê Gulanê pîroz bikin, lê em bi xebitandinê pêşwazî dikin.”    HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN    Îlhan Yeter ê 20 sal in hostetiya kaportaya wesayîtan dike destnîşan kir ku ew heqê keda didin nastînin û wiha got: “Em bi xemgînî 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Karker û kedkar di rewşek zor de derbas dibin. Li gel ku cejna karkeran e jî lê em di 1’ê Gulanê de dixebitin. Em jî dixwazin bi coş cejna xwe pîroz bikin lê belê di van şertan de nabe. Karkerek êdî nikare heqê xwe bigire. Bi salan e em bi heman meaşî dixebitin”.    KETINE PEY DERDÊ NAN    Liyadîn Îpek jî yê hostetiya kaportayan dike jî anî ziman ku ew 1’ê Gulanê ne bi kêfxweşiya cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin û got: “Tenê derdek me heye ku em nan bibin malê. Ji daxwaziyek me ji dewletê nîne. Jixwe em çi jî bixwazin, bêbersiv dimîne. Me jî dixwest em 1’ê Gulanê bi coş pêşwazî bikin lê belê karker û kedkar bedela ku bi xwêdana eniya xwe didin nastînin.”    BI NANOZIKO DIXEBITIN    Cahît Erdogan jî ku li sîteya pîşesaziyê dixebite destnîşan kir ku di warê aborî de di pêvajoyek nebaş de derbas dibin û got: “Karker di rewşek zor de mane. Em heqê keda xwe nastînin. Em bi nanoziko dixebitin.”