Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne 2021-05-08 10:53:03 STENBOL - Karker û nûnerên sendîkayan, diyar kirin ku di biryara qedexeya derketina kolanan a bi hinceta pandemiyê hat dayîn de, bandora berjewendiyên çînî hene û gotin, bi milyonan kes niha di pençe mirin û  birçîbûnê de ne. Ji ber zêdebûna pêketiyan û mirinên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) biryara “girtina giştî” ya di 29’ê Nîsanê de hat dayîn, wê heya 17’ê Gulanê dewam bike. Lê ligel vê jî niha bi milyonan kes di sektorên cuda de bixebitin. Li gorî rapora DÎSK-AR a di rojên derbasbûyî de weşand, dest nîşankiribû ku hejmara van karkeran 16,4 milyone.    DERT NE ŞEWBE, TÊGÎNE    Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, diyar kir ku li sedî 80’î karker dixebitin û wiha axivî: “Ji ber vê em nikarin ji bo biryara qedexeya heyî bêjin ‘girtina giştî.’ Desthilatdarî ne şewbê, hewl dide têgînê bi rêve bibe. Desthilatdarî li gorî berjewendiyên kardêran pêvjoya şewbê bi rêve dibe. Ewil ji bo pêdiviyên wezaretên patronên perwerdê û tenduristiyê bergirî sist kirin. Îro jî ji bo wezareta patronên turîzmê, biryarê digire. Lê di rastiyê de bi otobûsên tije karkeran dibin kar. Desthilatdariyeke ku girîngiyê bide jiyana karkeran tuneye. Tekane hizir û fikra wan, berjewendiyên patronan û desthilatdariya wane. Lê ev rewş wiha naçe. Pirsgirêka tenduristiyê karkeran, pirsgirêka tenduristiya gelekê ye. Îro bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne.”    DIVÊ GIRTINEK GIŞTÎ ÇÊBE   Serokê Daîreya Rêxistina Sendîkaya Kedkarên Sînemayê (Sîne-Sen) Galîp Gorur jî, bal kişand ser girtina giştî û wiha got: “Divê xebatên setên fîlman jî bên rawestan. Di setan de bi sedan mirov tên gelhev. Bi vî awayî mirov bi vîrûsê dikevin. Di heman demê de, divê pereye xebatkaran bê dayîn.”   KARKERÊN NEXWEŞ TÊN XEBITANDIN   Bunyamîn Alkan ê di fabrîqeya tekstîlê de di xebite jî, anî ziman ku karkerên nexweşiyên wan ên kronîk hene jî tên xebitandin. Karker hem jî li dijî pandemiyê û hem xespa maf têdikoşin. Mafê me yê sîgortayê ji destê me hat girtin. Di pêvajoya şewbê de, karkera bi birçîbûnê re rû bir û hatine hiştin.”    Ercan Tîlmaş ê karê tekstîlê dike jî, bal kişand ser rewşa xwe û wiha bilêv kir: “Di pêvajoya ku pandemî pir zêde bû de, hemû karker şandin fabrîqeyan û şantiyan. Biryara qedexeya derketina kolanan a bi hinceta pandemiyê hat dayîn, ji bo berjewendiyên çînî hatiye dayîn. Encex bi berxwedanek topyekûn ev pergal bê guhertin.”    MA / Kadîr Guney - Enes Sezgîn