ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2021-05-13 13:18:28   STENBOL - Meclîsa ÎSÎG’ê, bi bîr xist ku pandemî ji bo karkeran bûye fermana mirinê û diyar kir ku di meha Nîsanê de herî kêm 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan.   Meclîsa Ewlekariya Tenduristî û Kar a Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayetên karkeran a meha Nîsanê aşkere kir. Di raporê de hat destnîşan kirin ku li Stenbolê 39, li Kocaeliyê 12 herîkêm 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG’ê, da zanîn ku di çar mehên ewil ên sala 2021’an de jî, herî kêm 735 karkeran jiyana xwe ji dest dan û pandemî ji bo karkeran bûye fermana mirinê.