Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin 2021-05-19 09:00:56   MÊRDÎN - Li Mêrdînê hosteyên kurtanan, piştî ku karê wan kêm bûye, bi heman sinhetê dest bi çêkirina çenteyan û amûrên xeml û xişirê kirine.    Li Mêrdînê piştî ku di qada kurtankeriyê de kar nema, gelek kurtanker betal man. Hosteyên betal man, vê carê berê xwe dane karine alternatîf. Li Mêrdînê ji gelek hosteyên kurtanan tenê du hoste mane û ev her du hoste jî ji bo ker û qantirên gundên derdorê û kerên li navenda bajêr ên ji bo berhevkirina çopê tên xwedîkirin kurtanan çêdikin.    Yek ji van hosteyan jî Fîkret Dogan e. Dogan, 27 sal in li navçeya Artûklû ya Mêrdînê kurtanan çêdike.   Dogan, diyar kir ku li ber destê hosteyekî ermenî hîn bûye û karê wan karekî ku divê mirov baldar be. Dogan, diyar kir ku çawa ku mirov ji bo ji xwe re cilan çêbike diçe cem terzî û terzî li gor hin pîvanan cawa difesilîne, ew jî berî ku kurtan çêbikin li gor heywanê û hin pîvanan kurtanan difesilînin.   JI BO 300 GUNDÎ ÇÊDIKE    Dogan, bilêv kir ku sinhet tiştekî baş e, lê belê piştî ku dîtine hêdî hêdî sinheta wan jî namîne vê carê berê xwe dane tiştên alternatîf jî. Dogan, anî ziman ku niha ji bo 300 gundî kurtanan çêdikin û di ber re jî çente û tiştên xeml û xişiran jî çêdikin.    Dogan, destnîşan kir ku kurtankerî ne sinhetekî hêsan e. Dogan, da zanîn ku kes li ber destê wan naşixule û dewlet jî alîkariya wan nake. Dogan, anî ziman ku akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê hatine cem wî û wî jî ji wan xwestiye ji bo berdewamiya vî pîşeyî tiştinan bikin û wan jî dîmen girtine û ji Wezareta Çand û Turîzmê re şandine, lê belê heya niha ji bo berdewamiya pîşeyê tiştek nehatiye kirin.    MA / Ahmet Kanbal