Bêrîvan li ser rêya zozanan in 2021-06-07 09:00:38 COLEMÊRG - Li Geverê bêrîvan derketin zozanan û pezên xwe didoşin. Bêrîvan dibêjin ew bi qatixên xwe debara xwe dikin.  Li gundên navenda Colemêrgê û li gundên navçeyên wê hewa germ bûye û êdî wextê zozanan e. Bêrîvan li ser rêya ne û diçin zozanan pezên xwe didoşin. Li mezraya Dotka ya bi ser gundê Dirbêsanê ya navçeya Geverê ve bêrîvan her roj bi kîlometreyan dimeşin, diçin zozanan û pezê xwe didoşin. Jinên ku bi salan e her sal vê demsalê bêrîvaniyê dikin, bi qatixê pez ango şîr, mast û penêrên çê dikin debara malbatên xwe dikin.    DEBARA XWE PÊ DIKIN    Meşmile Kaplan (60) a ku her roj serê sibêhê zû radibe û piştî taştêyê dikeve ser rêya bêriyê destnîşan kir ku ew ji qatixê xwe hem debara malê dike û hem jî ji bo zivistana xwe mast, penêr û rûn dihilîne. Kaplan wiha dibêje: “Em şîrê xwe dikin penêr û mast. Roja me wisa bi kar û barên bêriyê derbas dibe. Em ji bo zivistana xwe penêr û mast çêdikin. Em rûnê nivîşk jî difiroşin. Em bi pereyê ji qatix tê ji bo pêdiviyên malê xerc dikin.”    JIYANA GUNDAN XWEŞ E    Kaplan diyar kir ku tevî ku ew nexweş e jî diçe bêriyê û ji vê yekê jî kêfxweş dibe û got: “40 sal in ez li vî gundî me. Jiyana gund xweş e. Berê em diçûn zozanan û sê mehan ji wir nedihatin. Em bi hespan diçûn û me konên xwe vedidan. Niha jî em bi maşîneyan tên. Wextê li malê rûdinêm aciz dibim. Ez her çiqas nexweş bim jî lê dema ez diçim bêriyê ewqas nexweşîna ji bîr dikim û bextewar dibim. Ji bo ez li malê bimînim, li navenda Geverê ji min re xanî girtin, lê ez dîsa jî nemam. Li gundan xetereya ku meriv nexweş bikeve hindiktir e. Li bajaran nexweşîn gelek in. Li vir hewayek paqij heye û em bêhna xwezayê û xweş distînin. Ev hewa li bajaran nîne.”    ZOZAN BERÊ XWEŞTIR BÛN    Vahîde Kaplan (60) jî ku bi salan e bêrîvaniyê dike jî got her ku diçe zozanvanî jî diguhere û wiha axivî: “Em berê bi hesp û keran dihatin zozanan. Lê niha maşîne ketine dewrê û em bi wan tên zozanan. Em bi mehan li zozanan, diman. Berê aramî û xweşî hebû. Me mala xwe dianî zozanan. Lê niha ne wisa ye. Em hinek qatixê xwe difiroşin, em hinek jî ji bo zivistana xwe vediqetînin û hinek jî didin kesên ku îhtîyaca wan pê heye û ev rewş jî wan şanaz dike.