'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e' 2021-06-25 09:05:54 AGIRÎ - Li Agiriyê sewalvanan ji ber bihabûna fiyetên êm û kayê heywanên xwe difiroşin. Sewalvanan, destnîşan kirin ku sedema krîza aborî ne pandemî ye û gotin: "Sedema sereke polîtîkaya şer a Erdogan e."    Yek ji bajarên ku bandoreke mezin ji krîza aborî girtiye Agirî ye. Li Agiriyê sewalvan ji ber bihabûna fiyetên êm û kayê û hişkesaliyê ji bêgavî heywanên xwe difiroşin.    QEREBORSA   Sewalvan Kemal Aras, anî ziman ku havîn eî lê dîsa jî fiyetê êm û kayê pir biha ye û ji xeynî vê mazot, gubre û zexîre jî her roj biha dibin, lê fiyetê goşt wek xwe ye. Aras, da zanîn ku par heywanekê bi 20 hezar lîreyî difirotin, lê îsal bûye 18 hezar TL. Aras, diyar kir ku berî sivistan dest pê bike êm, ka û giha ketine nav lepên qereborsecîyan.    TU HÊVIYA WAN JI DEWLETÊ TUNE YE    Sewalvan Ayhan Kaya jî destnîşan kir ku êdî li Agiriyê sewalvanî nemaye. Kaya, bilêv kir ku par kîsê êm bi 90 lîreyî dikirî, lê niha bi 150 lîreyî dikirin û nexasim jî ji ber hişkesaliyê kîloya kayê bûye lîreyek. Kaya, destnîşan kir ku mirov ketine nav lepên dewletê û bankeyan û gto: "Mirov krediyê dikişînin û pê debara zarokên xwe dikin. Min jî kredî kişand, lê heger rewş wisa be ez ê nikaribim bidim. Êdî tu hêviya mirovan ji dewletê nemaye. Tu tştî ji dewletê naxwazm. Heya niha tu daxwaziyek me jî pêk neaniye."    ‘BERPIRSIYAR PADÎŞAH E'    Reşît Kizilkûrt ku 30 sal in li bazara heywanan simsariyê dike, diyar kir ku heya niha krîzeke wiha nedîtibû. Kizilkûrt, an, ziman ku kes alîkariya sewalvanan nake û got: "Her tişt biha dibe. Mirov hemû perîşan bûne. Sedema vê padîşah e. Divê ehr kes bi vê zanibe. Em kurd gelekî perîşan in. Tekane rêya xelasiyê, edalet e."    ‘SEDEMA KRÎZÊ ERDOGAN E'    Sînan Tûran, ji bo heywanên xwe bifiroşe wan ji Zozana Sînekê anîne bazarê. Tûran, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî rewşa piyaseya heywanan pir xirab bûye. Tûran, da zanîn ku heywanên ku du sal berê bi 3 hezar TL'yî dikirîn, niha bi heman fiyetî nikarin bifiroşin û got: "Cotkar mirine. Tu erd dajo, lê ji ber mazot biha ye, tu nikarî rakî. Em jî her meh ehywanekê tînin difiroşin û pê lazmatiyên xwe dikirin. Teneka rûn ya 18 kîloyî bûye 200 lîre, kîsê arvan ê 50 kîloyî bûye 200 lîre. Sedema vê krîzê ne pandemî ye, sedema krîzê polîtîkaya şerî ya Erdogan e. Pirsgirêka mezin Erdogan e."    MA / Dîndar Karataş