Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin 2021-07-01 13:51:42   ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê wê di 8’ê tîrmehê de li Meydana Gundogduyê mitîngek li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê wê di 8’ê tîrmehê de li Meydana Gundogduyê mitîngek li dar bixin û ji bo beşdariya mitîngê li avahiya Odeya Avahîsazan a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên Hêzên Ked û Demokrasiyê beşdar bûn. Li ser navê Hêzan, Berdevkê Demê yê KESK’a Îzmîrê Mustafa Guven daxuyanî xwend.    Guven da zanîn ku hebûna wan parçe parçe ji destê wna diçe û demokrasî, hiqûq û edalet tê tunekirin. Guven diyar kir ku demokrasî, edalet û aştî bi gefek mezin re rûbirû ye û ew nikarin hilmê bigirin û hebûna wan di bin gefek mezin de ye. Guven banga beşdariya mitîngê li her kesî kir û got: “Wê Denîz bi ser bikevin û wê faîşzm têk biçe.”