Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin 2021-07-04 09:07:41   SEMSÛR - Çalakiyên hilberînerên tûtinê yên li dijî şertê "belgeya karbidestiyê" didomin. Parlementerê HDP'ê yê Semsûrê yê berê Behcet Yildirim jî bertek nîşanî vî şertî da û destnîşan kir ku dê qedexe pirsgirêkên cotkaran girantir bike.    Wezareta Çandinî û Daristanê di 1'ê Tîrmehê de şertê "belgeya karbidestiyê" danî ber hilberînerên tûtinê. Li gor vî şertî, kesên belgeya wan a karbidestiyê tune be dê nikaribin karê tûtinê bikin. Ji ber vê li Semsûr û Meletiyê 3 roj in hilberîner çalakiyan li dar dixin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Semsûrê yê berê Behçet Yildirim, şertê belgeya karbidestiya û pirsgirêkên hilberîneran nirxandin.    Yildirim, destnîşan kir ku tûtin ji bo Semsûrê her tişt e û li bajêr bi hezaran kes debara xwe bi tûtinê dikin.    ‘GEL MECBÛR E TÛTINÊ BIÇÎNE'    Yildirim, anî ziman ku beriya 1'ê Tîrmehê jî hilberîner zehmetî dikişandin û got: "Tûtin, dihat çandin. Kesên dikirîn û difirotin jî hebûn. Lê piştî 1'ê Tîrmehê dê tûtina hûrkirî, hema bibêje dê bi muameleyeke wekî ya tiryakê re rû bi rû bimîne. Ji 3 salan heta 6 salan ceza heye. Em vê qebûl nakin, dê gelê me qethiyen qebûl neke. Ne mimkun e ku em qebûl bikin. Em dixwazin bi baceke maqûl gel tûtina xwe biçîne û bifiroşe. Ma dê çawa tûtina Semsûrê bê qedexekirin? Ev, tekane dahata gundiyan e. Bendava Ataturkê li ber me ye, lê bi qasî xiramekê jî ava vê bendava herî mezin a Tirkiyeyê nagihê me. Erdên me yên avî tune ne. Av diçe digihê Beriya Mêrdînê, lê em sûdê jê nagirin. Gava erdên avî tune bin, gel jî ji mecbûrî tûtinê diçîne."    ‘FERZKIRINA ŞÎRKETAN'    Yildirim got: "Ne îqtidar ne jî muxalefet ne alîgirên vê qanûnê ne. Heger ji parlementerên AKP'ê hema 4 heb jî bêjin 'em ji vê qanûnê razî ne', ez ê dev ji van gotinên xwe berdim. Ew jî ji ber vê nerihet in. Gava tê cem gel dibêjin, 'gotina me pere nake, em jî li dijî vê qedexeyê ne, em dixwazin rast bikin lê ji destê me tiştek nayê.' Ji lew re şîrketên mezin ên Amerîkayê Philip Morris û Japan Tobacco vê qanûnê ferz dikin. Ez jî wiha dizanim. Gel jî bi vê dizane. Şensekî me yê em bi wan re reqabetê bikin tune ye. Li vir erdên avî tune ne, tûtin bi zor û zehmetiyeke mezin tê çandin û em wê hûr dikin û difiroşin."    DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER NEKE   Yildirim, anî ziman ku dê ev qanûna bandorê li milyonan kesî bike û got: "Ez bijîşk im û naxwazim kes cixareyê bikişîne û dixwazim her kes dev jê berde. Lê ev, ne tiştekî wisa rihet e. Heger ne ji dahata tûtinê be, dê mirov nikaribin debara xwe bikin. Mirov bi dahata ji tûtinê tê, debara xwe dikin."   Yildirim ji bo tûtinê pêşniyar kir ku platformek bê avakirin. Yildirim, destnîşan kir ku gava debara bi hezaran mirovan bê desteserkirin dê mirov birçî bimînin û got: "Lewma diyalog divê. A muhîm gel e, çi dixwaze? Hilbijêrên îqtidarê jî ji ber vê nerihet in. Bila biçin cem gel. Gel bibêje çi bila ew be. Ev tişt bi cezakirin, bi hespkirinê û qedexekirina kargoyan çareser nabe."    MA / Bariş Polat