Li Alîagayê cînayeta kar 2021-07-13 09:50:14   ÎZMÎR - Li navçeya Alîagayê dema jihevxistina keştiyê di encama şidîna gazê teqîn pêk hat. Di teqînê de karkerek jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.   Li Şîrketa Anonîm a Jihevxistina Keştiyan a METAŞ'ê ya li navçeya Alîagayê ya Îzmîrê, dema jihevxistina keştiya rêwiyan teqîn pêk hat. Di teqîna ku ji ber şidîna gazê pêk hat de karkerek jiyana xwe ji dest da û karkerek jî giran birîndar bû. Karkerê birîndar Ogûz Taşkin rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bozyakayê.  Cenazeyê karker Yilmaz Demîr jî piştî xebata bi saetan hat dîtin.    Şîrketê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku sedema teqînê nayê zanîn û piştî xebatên ku bên kirin agahdariya berfireh bê kirin.