Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê: Heger tevdîr neyên girtin dê fiyetê nan du qatî biha bibe 2021-07-15 09:09:29   WAN - Endezyarê Çandiniyê Engîn Işik, diyar kir ku ji ber hişkesaliyê fiyetên êm û kayê bihabûne û sewalvan ji bêgavî heywanên xwe difiroşin û got: "Heger tevdîr neyên girtin, dê nan bi fiyetekî du qat bihatir bê ser sifreya me."    Ji ber hişkesaliyê li herêmê fiyetê êm û kayê biha bûne û ji ber vê bihabûnê sewalvan ji bêgavî heywanên xwe difiroşin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Wanê Engîn Işik, anî ziman ku ji bo ku li herêmê çandinî û sewalvanî neqede, demildest divê ji bo alîkariyê hin gav bê avêtin.    Işik, anî ziman ku li gel hişkesaliyê rekolte jî pir kêm bûye û ev yek bandorek mezin li hilberîneran kiriye. Işik, bilêv kir ku hilberîner li benda alîkariya dewletê ne û ji ber bihabûna êm û kayê hilberîner ji bêgavî heywanên xwe difiroşin. Işik got: "Baran baş nebariya. Bêyî avê berdarî ne pêkan e. Lewma her tişt kêm bûye. Hem mesref zêde bûne hem jî berdarî kêm bûye. Ev yek bandoreke pir mezin li hilberîneran kiriye. A girîng, em ê ji niha û pê de çi bikin. Niha hilberîner li benda alîkariya dewletê ne. Dewlet jî divê gavina bavêje. Berên îthal ne çareserî ye."    HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN   Işik, diyar kir ku hilberîna êm û nebatan ji sedî 70-80'ê kêm bûye û got: "Cotkar, heywanên xwe bi nefelê xwedî dikin. Gava ev tune bin, ê çi bikin? Fiyet pir biha bûne. Tona kaya spî, bi hezar û 500 TL'yî tê firotin. Li Wanê çûm cem gelek cotkaran. Cotkar ji ber ku êm bi dest wan nakeve, heywanên xwe difiroşin. Heger dewlet ji bo êm alîkariya wan neke, dê heywanên xwe bifiroşin."    DU MILYON TON GENIM KÊM BÛYE    Işik, da zanîn ku li Wanê û navçeyên wê ji sedî 50'î zad kêm bûye û li seranserê Tirkiyeyê jî 2 milon ton kêm bûye. Işik got: "Rayedar divê alîkariya cotkaran bikin. Hilberînerên me di dema pandemiyê de jî xebitîn û sifreyên me vala nehiştin. Leewma divê dewlet li 81 bajarî alîkariya cotkaran û sewalvanan bike."    DÊ FIYETÊ NAN DU QATÎ BIHA BIBE    Işik, destnîşan kir ku heger alîkariya hilberîneran neyê kirin dê fiyetên berên çandiniyê biha bibin û got: "Di pêş de dê goşt bi dest gel nekeve. Ev ji bo hilberîna nebatî jî wisa ye. Gava em li kêm bûna genim mêze dikin, wisa xuya ye dê nanê ku em bi lîreyekê dikirin du qat biha bibe."   Işik, xwest ji bo vê û hişkesaliyê tevdîr bên girtin.