‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike' 2018-02-07 10:25:44 RIHA - Şerê li herêmê bandorek neyînî li ser aboriya esnaf û karkeran dike. Esnafên ŞUTÎM'ê diyar kirin ku şer bandorek neyînî li ser aboriya wan dike û wiha gotin: "Şer heye mirov ditirse kirîn û firotinê bike"  Şerê li Efrînê û li Rojhilata Navîn pêş dikeve bandorek neyînî li ser aboriya welatiyan dike. Esnafên Navenda Bazirganiyê ya Rihayê (ŞUTİM) diyar kirin ku ji ber şer nikarin bazirganiyê bikin û karê kirîn û firotinê rawestiya ye. Esnafên biçûk yên ŞUTÎM'ê diyar kirin ku şerê li Bakûrê Sûriyeyê bandorek neyînî li ser aboriyê kiriye.    MIROV DITIRSIN    Esnafên ŞUTÎM'ê ku havînan diçin karê demsalî dikin û zivistanan jî tên li vir karê kirîn û firotinê dikin diyar kirin ku ji ber şer heye nikarin bazirganiyê bikin û wiha got: "Şer heye. Ji ber vê yekê mirov nikare bikire û bifiroşe. Esnaf Medet Gokçe, diyar kir ku ji 194 esnafên ku li vir fêkî, sebze û zexîre difirotin jê 4 esnafan dikan girtin û wiha got: "7 salin ez li vir bazirganiyê dikim. Ez îro ji saet 03.00’an heta 16.00’an li benda muşteriyan im. Li gorî sala par her tişt bêtir buha bûye. Hem her tişt buha bûye û hem jî firotin kêm bûye. Em zerar dikin. Deynê me yên banka zêde bûye. Me îsal pir zerar kiriye. Ji sedî 40 xizar heye. Kar tune lê zerar heye. Karekî din em bikin tune ye."   ‘EM JI SELEFXURAN DEYN DISTÎNIN   Esnafê îsotan difiroşe Abdi Mujde jî anî ziman ku wî 600 kîlo îsot deyn stendiye. "Em perê xwe 6 -7 meh şûnde distînin. Ji bo em deynê xwe bidin em ji cihekî din deyn dikin. Xwediyê zeviyan pereyê xwe dixwaze. Lê ji ber ku em îsot nafiroşin em diçin ji cihekî din deyn dikin. Em kîloya wî bi 80 qurişî dikirin û bi 85 qurişî difiroşin. Sala par 10 îsal 4 dikan hatin girtin. Şer heye mirov nikare bikire û bifiroşe."    Serokê ŞUTİM'ê Faruk Akbaş jî anî ziman ku piştgiriya didin garist û pembo divê bidin sebze û fêkî jî. Akbaş, destnîşan kir ku ger hêzê bidin esnafan dê hêza kirîn û firotinê jî zêde bibe."    MA / Arjin Dilek Oncel