Beton zêde dibe qadên çandiniyê kêm dibin 2018-02-08 10:56:54 RIHA - Doç. Dr. Alî Riza Ozturkmen, diyar kir ku zeviyên çandiniyê yên ji bo îmarê tên vekirin bi lezgînî dikin beton û wiha got: “Nifûs zêde dibe, qadên çandiniyê kêm dibin.”  Li welatên cîhanê qadên çandiniyê bi zagonan tên parastin, lê li Tirkiyeyê berovajî vê yekê, qadên çandiniyê yên bi bereket dikin beton. Di 10 salên dawîn de qadên çandiniyê ji sedî 10 kirin beton. Hîndekarê Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Alî Riza Ozturkmen, diyar kir ku her roja diçe zeviya çandiniyê tune dibe û wiha axivî: “Ji ber ku qadên me yên çandiniyê tune dibin, em ê di pêşerojê de hewceyî kesan bibin.”   ‘QADÊN ME WIND KIR EM PAŞVE QEZENÇ BIKIN’   Alî Riza Ozturkmen, anî ziman ku nifûsa welat zêde dibe û wiha got: “Qadên çandiniyê her roj kêm dibin. Ger em xwedî li axa xwe dernekevin, dê pêşerojeke me tune bibe. Windakirina qadên çandiniyê mirovan xemgîn dike. Ji bo ku em qadên  xwe yên çandiniyê yên me winda kirin paşve qezenç bikin, divê em dest bi xebatên lezgîn bikin. Koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve di heman demê de bandorê li ser qadên me yên çandiniyê jî dike. Araziyên vale mayîn jî hêdî wesfa xwe araziyên çandiniyê winda kirine. Ez qebûl nakim ku araziyên çandiniyê wesfa xwe bidan bikin. Ji ber ku em ne welatekê pişesaziyên, em welatekê çandiniyê ne û bajarê me jî bajarekê çandiniyê ye.”   ‘EM LI AXA XWE XWEDÎ DERKEVIN’    Ozturkmen, anî ziman ku Riha yek ji 3 bajarên herî mezin ên xwedî qada çandiniyê ye û wiha bilêv kir: “Bajêr bi faliyetên xwe yên çandiniyê, nêzî 6 mîlyar lîra alîkariya aboriya welat dike. Li Rihayê ji sedî 42 pembû, ji sedî 15 garis, ji sedî 8 genim, ji sedî 38 nîsk û ji sedî 40 jî fistiq hene. Divê em nirx bidin axa xwe û nirxê wê zanibin.”    ‘EM MUDAXLIYÎ BETONKIRIN BIKIN’    Ozturkmen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Deşta Harran û deştên li herêmê di astek mezin de tên betonirin û ev beton kirin belav dibe. Em me pir xemgîn dike. Di pêşerojê de êdî emê qadên çandiniyê nebînin. Qadên ku avahî lê bên kirin pirin. Bila li wan deveran avahiyan çêbikin. Ger wisan her dê welat birçî bimîne. Divê dewlet pêşiya vê yekê bigire. Ger wisan biçe dê rewş xeter be.”