Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin 2021-08-16 11:52:01   STENBOL - Karkerên çandiniyê ku ji Rihayê hatin Kocaliyê di şertên dijwar de dixebitin. Karkeran got ew beramberî keda xwe nastînin û alternatîfek wan din jî nîne.   Komeke karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji 16 kesan pêk tê ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatine navçeya Kandira ya Kocaeliyê. Ev karker di şertên giran û dijwar de dixebitin. Karker diyar dikin ku ew hem di şertên nebaş de dixebitin û hem jî bi yewmiyên erzan dixebitin. Karker di konan de dimînin perîşaniya wan dide xuyakirin. Karker serê sibê zû radibin diçin kar û heta derengiya êvarê berhevkariya findikan dikin. Barê herî giran jî li ser milê jinên karker in. Hem karê malê dikin hem jî diçin nav zeviyan dixebitin.    BI ZAR Û ZÊÇÊN XWE VE HATIYE XEBATÊ    Yûsûf Kaynak (53) diyar kir ku ew ji Wêranşarê hatine Kocaeliyê dixebitin û ji ber şertên hewayê tenê ew hefteyek xebitîne û her roja ku ew naxebitin zirara wan dibe. Kaynak da zanîn ku ew û zarokên xwe dixebitin û ji neçarî tên van deran karkeriyê dikin û bi xwêdana eniya xwe debara xwe dikin. Kaynak anî ziman ku ew karkerê înşatê li Wêranşarê dixebitî lê ji ber kar nedîtiye hatiye li vir bûye karkerê demsalî. Kaynak destnîşan kir ku li van bajarên lê karkeriya demsalî dikin dem bi dem bi muameleyên xerab re rûbirû dimînin û got: "Carna em bi êrişên nijadperest re jî rûbirû dimînin. Ka em çi bikin, ji ber ku alternatîfek me din nîne em ji neçarî tên van bajaran û neheqî li me tê kirin. Heke kar hebûya em ê li welatê xwe bixebitiyana."   EM KEDA XWE NASTÎNIN    Diyat Çayan (19) jî got ew 6 sal in wek karkerên demsalî tê van bajaran dixebite û behsa zoriya karên demsalî kir. Çayan da zanîn ku ew 12 saetan dixebitin û beramberiya keda xwe nastînin. Çayan diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ji tenduristiya xwe û ji ewlehiya xwe bi guman in.    ÊRIŞÊN NIJADPEREST TESÎRÊ LI SER DERÛNIYA WAN DIKE   Berçem Kara (21) jî destnîşan kir ku ji 10 saliya xwe ve bi malbata xwe re wek karkera demsalî tê van bajaran dixebite û behsa zoriya kar kir. Kara anî ziman ku ew di heman demê de xwendekara zanîngehê ye û ew di şert û mercên dijwar de dijîn û dixebitin. Kara got êrişên nijadperest ên li dijî karkerên kurd tesîrek derûnî li ser wan dike û ew li aliyekî dixebitin li aliyekî jî bi metirsiya êrişan re rûbirû dimînin.    MA / Dogan Kaynak