Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome 2021-08-19 12:04:30   STENBOL - Meşa baskê Edîrneyê ya endam û rêveberên KESK’ê yên li dijî teklîfa hikumetê ya ji bo hevdîtinên TÎS’ê ku eşkere kir, dimeşin Enqereyê ji Stenbolê ber bi Kocaeliyê ve berdewam dike.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî teklîfa hikumetê ya ku di hevdîtinên Girêbesta Komkarî (TÎS) eşkere kir de ji du baskan ve li Êlihê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve meş dabû destpêkirin. Meş duh hatibû destpêkirin û didome. Meşa baskê Edîrneyê duh gihîştibû Stenbolê. Endam û rêveberên KESK’ê îro li Meydana Rihtim a navçeya Kadikoya Stenbolê civiyan û daxuyanî dan. Kedkar piştî daxuyaniyê ji Kadikoyê ber bi Kocaeliyê ve derketin rê.    Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di daxuyaniyê de axivî û nêzîkatiya hikumetê ya li hember karkeran û teklîfa ku eşkere kir rexne kir û got êdî dema ji kedxwariyê re bêjin bes e hatiye.