Bang li Fakibaba kirin: Sozên xwe pêk bîne 2018-02-09 09:35:05 COLEMÊRG - Cotkarên Colemêrgê hezar û 200 proje pêşkêşî Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Ahmet Eşref Fakibaba kirin û xwestin sozên ku daye wan bîne cih. Serokê Odeya Çandiniyê ya Colemêrgê Naîf Onal, aşkera kir ku heke projeya wan bê qebûlkirin, dê girêdana ji derve re çareser bibe. Cotkarên li Colemêrgê berê qasî 5 hezar sewal xwedî dikirin û pê debara xwe dikirin, ji ber ku dewletê zozan û mêrg qedexe kirin, hejmara sewalên wan heta hezar û 500'î ket. Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Eşref Fakibaba, dema li Colemêrgê esnaf û cotkar ziyaret kiribû, soz dabû cotkarna ku dê hemû piştgiriyê ji bo wan bidin û hemû projeyên ku colemêrgî pêşkêşî wan bikin, dê qebûl bikin.   Serokê Odeya Çandiniyê yê Colemêrgê Naîf Onal, bang li wezîr Fakibaba kir ku sozê xwe bîne cih.   'ME HEZAR Û 200 PROJE PÊŞKÊŞ KIR'   Onal aşkera kir ku Colemêrg di warê xwedîkirina sewalan de cihekî baş e û ev tişt got: "Me agahiyên der barê hezar û 500 cotkarî de, ji wan hezar û 200 sewalên hevşî, gom, berhemên pakêtî, ajalên wekî mîrîşk, şamî û hwd. sewalên wekî mîh, bizin û dewar, dîsa ewraqên der barê wan de tev kom kirin û da wezîr. Divê wezîr soza ku daye me bîne cih. Heke proje bê qebûlkirin em ê demildest dest bi xebatê bikin."   ‘NIHA DORA WEZARETÊ YE'   Onal destnîşan kir ku heke wezîr soza xwe bîne cih dê cotkarên Colemêrgê peywira xwe bînin cih û wiha domand: "Em ketin nav hewldanan. Niha dora wezîr e. Dê ev proje amoriya herêmê jî zindî bike. Di nava vê projeyê de depoya cemedê, çewlikên sewalên wekî mirîşk, mih û bizinan jî hene. Tenê daxwazeke me heye, ev projeya me di demek kin de bikeve meriyetê."   ‘BILA WEZÎR SOZA XWE BÎNE CIH’   Onal diyar kir ku heke projeya wan bê qebûlkirin, ew ji xwe bawerin dê di nava salek û 2 salan de pirsgirêka goşt çareser bikin û dê girêdana welat a berhemên derveyê welat re ji holê rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin wezîr soza xwe bîne cih. Ev serlêdan hemû di çarçoveya sozên wezîr de hatin kirin. Bila xwedî li sozên xwe derkevin."   MA / Hamza Gunduz