7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin 2021-08-22 09:04:44   AMED - Malbata Buyum ku li Sûrê dijî, li hemberî xizaniyê li ber xwe dide. 7 meh in der û cînar alîkariya malbatê dikin.    Malbata Buyuk ku li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûr a Amedê dijî, 7 meh in li hemberî xizaniyê li ber xwe dide. Ferda malbatê Nejla Buyum, anî ziman ku du zarokên wê hene û hevjînê wê jî bi meaşê kêm li aşxaneyekê dixbitî, lê 7 meh berê qeza derbas kiriye û seqet bûye û ji ber vê betal e. Buyum, diyar kir ku kulîmeka hevjînê wê şikiyaye û ji ber vê platîn xistine kulîmekê.    Buyum ku hefteyek ber bi şewba Covîd-19'ê ketiye, anî ziman ku di karantînayê de ne û bi şewbê re krîza aborî pir zêde bandor li wan kiriye. Buyum, destnîşan kir ku tu dahatek wan tune ye.    Buyum, ragihand ku ji xeynî 250 TL pereyê ku Weqfa Alîkariyê 3 mehan carekê dide wan tu dahatek wan tune ye û bi alîkariya cîranên xwe debara xwe dikin. Buyum, anî ziman ku 7 meh in cîranên wan xwarinê didin wan û her wiha gelek nexweşînên wê yên kronîk jî hene.    Buyum, destnîşan kir ku li taxa gelek malbatên wek wan xizan hene û xwest dewlet alîkariya van malbatan bike.