Li Wanê hejmara pez kêm dibe 2018-02-13 09:07:26 WAN - Yek ji bajarên hejmara pez lê zêde ye Wan e. Di salên dawî de hejmara pez kêm dibe. Serokê Desteya Rêveber a Odeya Çandiniyê Hasan Ozgokçe, destnîşan kir ku ji bo sewalvanî ji nû ve pêş bikeve divê qedexeya li ser sewalvaniyê bê rakirin.  Di 2 salên dawî de li bajarên herêmê di bin navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de hema bêje hemû mêrg tên qedexekirin. Tevî vê zêdebûnê, buhayê êm û kayê jî hema bêje sewalvanî qedand. Yek ji van bajarên ku herî zêde ev rewş xwe dide der jî Wan e. Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Çandiniyê ya Riya Armûşê Hasan Ozgokçe diyar kir ku li bajêr hejmara pez nêzî 2 milyon û nîvan e û dewar jî nêzî 200 hezar in û her diçe hejmara heywanan kêm dibe. Ozgokçe, destnîşan kir ku li gor xebatên ku ew dikin hejmara heywanan kêm dibe û domand: "Sedema sereke jî; mirov gundan diterikînin. Her diçe mirov ji jiyan gund dûr dikevin û ji ber vê jî sewalvanî û çandinî kêm dibe. Ji bo mirov li gundan bimînin divê binavaniya gundan bê sererastkirin. Divê kêmaniyên di warê ceryan, av, ocaxên tenduristiyê û dibistanan de bên temamkirin. Dibe ku bi vî awayî mirov li gund bimînin. Her wiha divê projeyên ku destekê didin cotkaran jî bên berpêşkirin."    'DANEYÊN TUÎK'Ê NE RAST IN'    Ozgokçe balê kişand ser buhayên êman û ev tişt gotin: "Dema maliyet zêde dibin buhayên goşt jî zêde dibin. Goştê îthal bandor li vê yekê kir. Daneyên TUÎK'ê ne rast in. Sedema ferqa di navbera daneyên TUÎK'ê û daneyên rasteqîn de, pirsgirêkên ku di warê guharkirina heywanan de ne. Yanî di navbera hejmarên rasteqîn ên heywanan û hejmarên heywanên qeydkirî de ferq heye. Cotkar heywanên xwe şer jê dikin lê belê ranagihînin rayedaran û dema ew heywan ji hejmaran neyê daxitsin wek ku hebe dixuyê. Hejmara heywanên heyî û yên li ser kaxezan qeyd kirî, li hev dernayên."    'DIVÊ QEDEXEYA LI SER ZOZANAN BÊ RAKIRIN'    Ozgokçe destnîşan kir ku ji bo dîsa sewalvanî bê zîndekirin ev tişt gotin: "Ev du salin ji ber qedexekirina zozanan xweşikî sewalvanî nayê kirin. Dema qedexe bên rakirin wê pez bi rihetî tev bigere. Wê mirov bi rihetî karibin heywanên xwe bibin zozanan. Lê dema di axuran de bin, maliyeta wan zêde dibe. Lê dema diçin zozanan maliyet kêmtir dibe. Tevî vê ji bo sewalvanî pêş bikeve divê dewlet bi awayekî cuda nêzî bajarê me bibe. Mesela li navçeya Payîzavayê, cureyeke miyan a bi navê Nordûz heye. Ji bo ev cure zêde bibe divê teşwîq ji bo cotkaran bên dayîn."    Ozgokçe destnîşan kir ku li Wanê ji sê parên erd çandiniyê parek jê nayê avdan û wiha axivî: "Hejmara erdê ku tê çandin 374 hezar û 384 hektar e û yê ne avî jî 125 hezar û 450 hektar e. Ji bo ev erd bên avdan divê gol û cihokên avê bên çêkirin. Dema avdanî hebe wê cureyên li bajarê me jî zêdetir bibe. Wê qalîte û berdarî jî zêdetir bibe. Ji ber vê divê demildest çandiniya avî dest pê bike. Ji bo vê divê venerhênanî bên kirin. Dema avdanî bê kirin wê mirov jî ji çandiniyê qezenc bike."    MA / Mahmut Ruvanas