Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê 2022-02-09 10:23:31   WAN - Ajokarên mînîbûsan ên bertek nîşanî zama motorînê ya di 40 rojan de 4 lîre dan, bi lêv kirin ku pereyê qezenc dikin jî didin sotemeniyê û ji ber vê yekê hatine asta ku nikarin bixebitin.    Ji motorînê re ji duh ve 80 qûrîş zam hate kirin. Ji ber vê yekê bihayê motorînê yê 14,71 lîre ji duh ve bû 15,51 lîre. Bihayê lîtreya motorînê beriya salekê di meha Çileyê de 6,73 lîre bûn, di 1’ê Hezîrana 2021’ê bilindi 7,32 bû. Motorîna ku di 1’ê Cotmeha 2021’an de ji 7,39 qûrîşan hat firotin di 1’ê Kanûnê de bû 9,43 lîre di 31’ê Kanûnê de bilindi 11,55 bû. Ev biha di 19’ê Çileyê de bû 14,30 lîre. Bi zamên dawî re di 40 rojan de 4 lîre zam ji motorînê re hat. Bi zamên hatin kirin li hemû bajaran heta ji sedî 50 ji heqê rê yên nav bajarê zam hat. Ajokarên li Wanê dixebitin bi lêv kirin ku bi zamên hatin kirin re hatina asta ku nikarin debara xwe bikin û bixebitin.    ‘EM NIKARIN MAZOTÊ BISTÎNIN’   Sînan Dûman diyar kir ku li Wanê bi salan e ajokariyê dike lê qet nayê bîrê ku serdemeke evqas pirsgirêkên aboriyê jiyane û wiha got: “Em hatine asta ku êdî nikarin mazota xwe bistînin. Her roj zam dikin, her roj em bi zameke din hişyar dibin. Ne tenê mazot, bac, ji perçeyên wesayîtan ji her tiştî re zam hatiye. Tişta herî zêde zehmetiyê dide me sotemenî ye. Her ku sotemeniyê zam dikin heqê rê jî zam dibe êdî mirov nikarin li wesayîtan siwar bibin. Hatin û çûyîna kesekî ku biçe sûkê û were 8 lîre digire. Karê me hatiye asta qedandinê û êdî em nikarin debara xwe bikin. Xwediyên wesayîtan hêdî hêdî ajokaran ji kar derdixînin. Bifikirin xwediyê mînîbûsê êdî nikare lastîka zivistanê jî bikire. Yanî kes xwedî wesayît be belkû 100 lîre jê re bimînin lê wesayîta bi ajokar be qûrîşek jî jê re namîne. Ev meseleya bihabûnê ne tenê meseleya me ye mirov êdî nikarin debara xwe bikin.”   ‘BERPIRSYAR HIKUMET E’   Erol Alkan jî diyar kir ku zamên li bihayê mazotê tên kirin êdî ji rêzê ye û wiha axivî: “Ev 10 sal in ez vî karî dikim. Par lîtreya mazotê 7-7,5 lîre bû lê îsal derket 15 lîreyan. Bi sotemeniya em digirin û rêwî ji hev nagirin. Ji me re rojê 100 lîre dimîne. Kîloya bacan reşkan bûye 30 lîre ya bîberan bûye 25 lîre wê 100 lîre çawa têra te bikin. Em êdî nikarin debara xwe bikin. Ez mecbûr im li mala 16 kes lê dimînin binerim. Dema ez diçim malê nizanim çi bistînim. Berpirsyarê vê xizaniyê hikumet e. Rewş gelek e xerab e û em nizanin wê çawa be.”   ‘MIROV NAN Û ZIK DIXEBITIN’   Remzî Bayik, da zanîn ku mirov êdî nan û zik dixebitin û wiha got: “Ez ji sala 99’an û vir ve vî karî dikim lê heta niha min zameke wisa nedîtiye. Her roja ku diçe pirsgirêk zêde dibin. Lastîk, bac, perçeyên erebeyan ji sedî 200 zam lê hatin kirin. Berpirsyarê van zaman hemû hikumet e. Hikumeteke din jî were heta çend salan ev rewş rast nabe. Em weke ajokar di rewşeke gelek xerab de ne.”   Yek ji Ajokaran Servet Ûgûrlû jî wiha axivî: “Behsa xizaniya Afganîstan û Pakîstan dikin lê Tirkiye ji wan derbasbûye. Tişta em digirin têra me nake. Tiştên ku ev du sal in em dijîn tu caran me ne jiyaye. Qezenca me nîvî nîvî ket. Hemû derdê van zaman ev gel dikişine. Li welatekî mirov ji birçîna dimirin. Ev pergal wê êdî neyê guhertin. Ji bilî em karê xwe rawestînin tu vebijêrk neman.”